Mamosteyên ku li Êlihê li dijî êrîş û qatlîaman dest bi çalakiya nobeda aştiyê kirine êrîş û qatlîamên tên kirin nirxandin. Ji Egitîm Sen’ê Gulhan Oktay ji bo konstepta şer bi dawî bibe dest bi çalakiya nobedê kirin anî ziman ku hêzên dewletê êrîş û komkujiyên xwe, taybetî li ser jinên Kurd ên berxwedêr pêk tîne. Oktay bi lêv kir ku dewlet dixwaze di şexsê jinan de vîna gelê Kurd bişikîne û wiha got: “Di desthilatdariya AKP’ê ya 13 salan de her tim êrîşên li ser jinan xwe nîşan dane. Ji ber ku dewlet ji rêxistinbûyîna jinan ditirse êrîşî jinan dike. Her wiha jin nûnerê aştî û çareseriyê ne.” Oktay da zanîn ku wekî mamoste roja ku dibistan ketine betlaneyê wan ji bo dewletê karne amade kirine û wiha axivî: “Me di karneya ku amade kir de sifir da dewletê. Ji ber ku dewlet zarokan qetil dike, pêkûtiyan li mamosteyan dike di polê de ma.” Mamosteya bi navê Kîbar Bayar diyar kir ku berxwedana jinên Kurd her tim pêş ketiye, serhildana jinê tirsa hêza serdest yê herî dijwar e, jin dê li hemberî vê şerê jî serî hildin û ji ber ku jinê civak afirandiye jin dê dîsa li hemberî komkujiyan civakê nû ava bike. Hevserokê Egitim Sena Êlîhê Azîz Turay anî ziman ku ew ji bo dawî li êrîş û komkujiyên li ser Kurdistanê bên di nobedê de ne û wiha got: “Ji bo afirandina aştiyê divê demildest muzakere bên dest pê kirin. Em di xwesteka xwe ya aştiyê de bi israr in. Divê gelên Tirkiyê jî li hemberî polîtîkayên qirkirinê sekna xwe nîşan bidin. Ev polîtîka zirar dide gelên Tirkiyê jî. Bila gelê Tirk jî dengê xwe bilind bikin.”
Nobeda aştiyê
Her wiha bi tevlibûna gelek saziyên sivîl di pêşengiya Platforma Demokrasiyê de çalakiya nobeda aştiyê ya hat destpêkirin didome. Bi sedan çalakvanên ku li ber Sînemaya Yilmaz Guney nobedê didomînin, şeva xwe bi stranên şoreşgerî derbas kirin. Çalakvanên ku agir geş kirin, bi amûrên muzîkê û stranên berxwedanê daxwaza xwe ya aştiyê anîn ziman.
ÊLIH