
Piştî êrîşên bi mehan ên li Nisêbînê, hêzên dewletê bi têlan dor li taxên Kanîka, Firat, Yenîşehîr, Abdulkadîrpaşa û Newrozê girtin ku ev herêm qada berxwedana xwe rêveberiyê bû û niha jî xaniyên xera nebûne jî, xera dikin.
Hevşaredara berê ya Nisêbînê Sara Kaya li ser rewşa dawî ya Nisêbînê agahî dan û ji ber hatina zivistanê banga xurtkirina piştgiriya ji bo gelê Nisêbînê kir.
Kaya da xuyakirin, piştî êrîşên dewletê yên bi mehan, di rojên dawî de hêzên dewletê dest bi hilweşîneke berfireh û talanê kiriye.
Kaya got armanc ew e li ber vegera xelkê bibe asteng û dewleta Tirk plana tinekirinê ya topyekûn xistiye dewrê.
Kaya destnîşan kir, ku di van mehên zivistanê de divê piştgiriya ji bo gelê Nisêbînê bê zêdekirin û diyar kir, alîkariyên heta niha têrê nakin. Kaya anî ziman, hewldana gelê Mêrdînê ya ji bo alîkariyê girîng e, lê têrê nake û xwest, alîkariya malzemeyên ji bo zivistanê bê kirin. Sara Kaya da zanîn, pêwîstiya gelê Nisêbînê bi sobe, betanî û alavên di sermayê de karibin bi kar bînin heye.
ANF / NISÊBÎN