Di rûniştinê de parêzer Antoîne Comte bi mijara “Mafên mirovan, hiqûq û li herêmê polîtîkaya rast” axivî, got ji bo pêvajoya aştiyê bikeve meriyetê divê hiqûq bê xebitandin. Di axaftinên rûniştinê de bal hat kişandin ku divê PKK’e ji “lîsteya rêxistinên terorî” bê derxistin.

Moderatortiya rûniştinê nivîskar Nûrcan Baysal û Parlamentera Partiya Keskan a Avûstûrya Berîvan Aslan kir.


Pîrî: Her çû êrîş zêdetir bû

Raportora Tirkiye ya Perlementoya Ewropayê Katî Pîrî di axaftina xwe de got: “Divê ez rapora têkîldarî Tirkiyeyê îro bi dawî bikim. Ez ê raporê teslîm bikim, şêwirmendên min jî bi min re ne, ji bo karibin nîqaşan bişopînin.”

Pîrî wiha dewam kir: “Rapora PE beriya hilbijartinan hatibû amadekirin. 3 salan hêvî hebûn ku wê pêşketin çêbibin. Lê di hilbijartinên 7’ê Hezîranê de piştî HDP’e ket meclîsê rewş guherî. Edaleta Roboskî pêk nehat, pîvanên dewleta hiqûqê bi cih nehat, nêzîkatiya li hember Kobanê, di teqînên Pirsûs û Enqereyê de hedefgirtina çepgiran, alîgirên çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd hatin hedefgirtin. Serketina HDP’ê ya 7’ê Hezîranê, di me de hêvî çêkirin ku wê hevdîtinên aştiyê ji nû ve destpê bikin.” Pîrî got, lê êrîş her çûn zêdetir bûn.


‘Divê pêvajoya aştiyê 

ji nû ve dest pê bike’

Pîrî got meha Kanûnê çûye Amedê, qedexeya kolanan hebû û rewş pir cîdî bû. 

Pîrî got encama herî girîng a qrîza penaberan jî pêkanîna muzakeran e, wiha dom kir: “Tirkiye bernamzetê Yekitiya Ewropayê ye, divê li hember sernivîsên 23 û 24’emîn ê muzakereyê baldar be. Li beranber mafan rêzgirtin, dewamkirina muzakereyên namzetiyê, pêvajoya aştiyê divê ji nû ve destpê bike.”


Irmak: Tiştê dewlet dike qirkirin e

Hevseroka KCD’ê û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Selma Irmak jî destnîşan kir ku plana îmhayê ya Tirkiye niha pêk tîne, di sala 2014’an dema hevdîtin bi Ocalan re dihate kirin hatiye girtin. Irmak ragihand ku heta 7’ê Hezîranê bi rêbazên mijûlkirinê derbas kirin, dewleta kûr jî hedef dikir ku PKK’ê tasfiye bike, gelê Kurd terbiye bike û serî lê bitewîne. Irmak got bi vê Erdogan dixwest sîstema serokatiyê herêmî bike, wiha dom kir: “Niha li Cizîrê qirkirinek heye, ev ne şerekî hundirîn e, qirkirin e. Em niha bi qirkirinekê re rû bi rû ne.”

Irmak ragihand ku Kurd di vê sedsalê de bi berxwedanê ve dixwazin bibin xwedî statu.


‘Welatên Rojava li Sûriyeyê aştiyê naxwaze’

Nûnera Ewropa ya Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê Sînem Muhammed jî got ne dawetkirina Salîh Muslîm a ji bo Cenevreyê tê wateya ku welatên rojava naxwazin Sûriye demokratîk bibe û aştî çêbibe.

Muhammed piştre nivîsa Muslîm a ji bo konferansê xwend, bal kişand ser sedemên şer ê li Sûriye û herêmê, helwesta Kurdan.

Muslîm bal kişand ser rewşa Kobanê wiha got: “Niha ji sedî 80 ê bajar hilweşiyaye. Serketina Kobanê di dîroka Rojhilata Navîn û cîhanê de nuqteyek girîng e. Niha pêwîst e ders ji vê bê girtin.” 


Jongerden:Wateya Skyes-Pîcot nemaye

Prof. Joost Jongerden jî got hevpeymana Skyes-Pîcot derbasdariya xwe winda kiriye. 

Jongerden biyarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa yên têkîldarî serlêdanên derheqê qedexeyên kolanan de jî rexne kir, wiha got: “Divê PKK’e ji lîsteya rêxistinên terorî bê derxistin, ji ber ku PKK’e rêxistinek siyasî ye.”
Jongerden axaftina Raportora Tirkiye a YE Katî Pîrî jî rexne kir wiha got: “Ti pêwîstiya me bi lîsteyên rêxistinên terorî tinene.”



ANF/BRUKSEL




Hawara Mehmet Tunç li konferansê deng veda



Hevserokê Meclîsa Gel a Cizîrê Mehmet Tûnç bi rêya telefonê beşdarî Konferansa Kurd a li PE bû û diyar kir ku dewleta Tirk a di salên 1990’î de bi gotina ‘PKK wê bê qedandin’ gund vala dikir, îro bi heman rengî bajaran vala dike.

Mehmet Tunç wiha peyivî: “Li vê derê komkujî heye. Cizîr niha bi tank û topan tê bombekirin. Rewş ne weke nûçeyên ji aliyê medyayê ve tê weşandin e. Li Cizîrê komkujiyeke mezin heye û em bi qirkirinekê re rû bi rû ne. Tê gotin ku di nava 60 rojan de heta niha nêzî 500 mirov hatine kuştin. Di destê me de 100 cenaze hene. Tank, topên obusê tên bikaranîn. Çekên li dijî dijmin tê bikaranîn, dewleta Tirk di sedsala 21’an de li hemberî gelê Kurd bi kar tîne. Ev 60 roj in ev gel tî, birçî ye û hemû derfetên jiyanê ji dest hatine girtin. Li navçeya nifûsa xwe 120 hezar bi tenê 10 hezar kes mane yan jî nemane. Hemûyan koç kirin. Polîtîkayên bi vî rengî di salên 90’î de hat meşandin.

Bi gotina ‘Wê PKK were qedandin’ ev gund hatin valakirin. Niha jî bajaran vala dikin û dibêjin ‘ew ê PKK’ê biqedînin’. Niha trajediyek heye. Em li malekê birîndar bûbûn, ji 28 kesan 5 kesan jiyana xwe ji dest dan. 24 kes niha sax in. Di nava van de rewşa Velî Çîçek û Sûltan Irmak gelekî gelekî giran e. Li jêrzemîna em lê ne qet av nîne, xwarin nîne, em nikarin derkevin derve. Ji bo avê dema em derdikevin derve, sekvan guleyan berdidin me. Avahiya ji 4 qatan bi temamî hatiye hilweşandin. Ji bo ez bi telefonê biaxivim, niha çûme ser avahiya hilweşiyayî.”