Li navçeya Sûr a Amedê qedexeya derketina kolanandewam dike. Êrîşên polîsan ku pêr bi qedexeyê re destpê kir, tevahiya şevê dewam kir. Êrîşên polîsan li derdora Mizgefta Kurşunlu û Bazara Mast zêde bû. 

Li nêzî Minara Çarling ku Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî hatibû qetilkirin, ciwanekî bi navê Mehmet ku paşnavê wî nehat zanîn, di encama êrîşa polîsan de jiyana xwe ji dest da. Hêzên çekdar ên dewletê, weke doh cenazeyê jina ciwan li erdê rawestandin, cenazeyê vî ciwanî jî li erdê dan rawestandin.


Berxwedan li dijî zilmê

Li navçeyê endamên Meclîsa Dayikên Aşitiyê jî nobetê digirin û hate zanîn ku tîmên taybet ên nikarin berxwedana gel bişkînin û bikevin taxan, çekên giran bikartînin. Hate ragihandin ku di encama hawan, roket û bombeyan de gelek mal hatine texrîbkirin. 


Kurdan bi serhildanê bersiv da

Li aliyê din, Amed xwedî derket li Çekvar Çubuk zarok ê 16 salî ji aliyê hêzên çekdar ên dewleta Tirk ve pêr qetilkirî. Hin welatiyan nasnameyên dewleta Tirk şewitandin û terora dewletê şermezar kirin. Hevseroka MEYA-DER'ê Ayşe Dîcle piştî veşartina cenaze axivî û got, "Çekwar nemiriye. Piştî ku li nava vê xakê hat veşartin, wê li erdnîgariya Kurdistanê veguhere gulekê."

Dayika  Çekvarî, Netîce Çûbûk jî got, kurê wê hînê 16 salî bû û weha loriya "Ew hînê zarok bû, ey kujerno." Piştî veşartina cenaze, girseya gel ji goristanê derket û cenazeyê Guler Eroglû ber bi Batmanê ve bi rê kir. 


Amedî wê bimeşin walîtiyê

Gelê Amedê ji bo qedexeya li Sûrê rake û piştgiriyê bide berxwedana Sûrê, dest bi rêzeçalakiyan dike. Çalakiyên bi pêşengiya DBP'ê heta ku qedexeya li Sûrê were rakirin dê dewam bikin. Çalakiya yekem îro tê lidarxistin. Girse wê saet di 13.00'an de li Parka Koşuyolu bicive û heta bi Walîtiya Amedê bimeşe. Heta qedexe were rakirin, li hemû navçeyan çalakî û meşên ber bi Sûrê ve wê werin lidarxistin. 


Êşkence li cenazeyan 

Li aliyê din li navçeya Mêrdînê Dêrikê, ji ber zilma dewleta Tirk, welatî nikarin cenazeyên xwe jî li gorî qaîde û ayînên dînî û insanî veşêrin. Li navçê Momî Beşeren a 87 salî li mala xwe rehmet kir. Lê belê zarokên Momî nikarin ji ber zilma dewleta Tirk cenaze wergirin û veşêrin. Kurê Momî Beşeren Zekî Beşeren li ketina taxê tê rawestandin. Zekî Beşeren got, dema dqedexeyê dest pê kir ew li derveyî navçê bû, ev sê roj in ji dayika xwe di agahiyê wernagire. Bi saya cîranên dayika xwe Zekî Beşeren fêr bûye ku dayika wî ya nexweş rehemet kiriye. Beşeren da zanîn ku polîs nahêlin ew bikeve taxê û cenazeya dayîka xwe bigire.


 AMED/MÊRDÎN