Di 18’ê Gulanê de li taxa Dergîlî ya navçeya Xelfetî ya ser bi Rihayê, şer qewimîbû. Di encama şer de li gorî agahiyên dewleta Tirk lê mikur hatî, alîkarê qomserê polîsên tevgera taybet ên Tirk Şukru Can Kayadibî hatiye kuştin û 2 polîsên vê tevgerê jî birîndar bûne. DEwleta Tirk her wiha îdîa kiribû ku 2 kesên ku bi îdîaya wê HPG’î ne jî jiyana xwe ji dest dane. Piştî şer, li Xelfetî û Hewagê bi serdegirtina malan de gelek kes hatin binçavkirin. Îfadeya 11 kesên destgîrkirî hat girtin. Girtekên ku polîsan bi êşkenceyê amade kirine, bi zorê bi kesên di bin çavan de dan îmzekirin.
Mehmet Alakûş ku ji ferdên malbata Alakûş e di îfadeya xwe de diyar dike ku apê wî û hemû gundî piştgiriya rêxistinê dikin. Alakûş di hevdîtina xwe ya bi parêzeran re dibêje, rastî êşkenceyeke giran hatiye û bi zarok û hevjîna wî gef lê xwarine. Alakûş ji ber êşkenceyê bi zorê diaxive û dibêje, ji ber tirsa ji êşkenceyê, wî gotiye îşkence lê nehatiye kirin.
Qanûn li Xelfetî nemaye
Parêzerên ku gelek muwekîlên wan di bin çavan de ne bi fermana Serdozgeriya Komarê ya Rihayê tenê dikarin bi muwekîlê xwe re hevdîtinê bikin. Baroya Rihayê nerazîbûn nîşanî vê kirinê da û got, ev pêkanîneke li derveyî qanûnan e û xwest tavilê bi dawî bibe.
Parêzerên ku bi muwekilên xwe re axivîn, diyar kirin ku muwekilên wan ji ber êşkenceyê ketine rewşeke ku neyên naskirin. Parêzeran got, wan daxwaz kiriye ku muwekilê wan bibin nexweşxaneyê û kontrola wan tenduristiyê bê kirin.
Ji parêzeran re nehat gotin ka çend kes destgîrkirî ne. Tê zanîn ku destgîrkirin hê jî didome û li şaxa TEM’ê êşkence li dehan kesan tê kirin. Parêzeran xwest ku ji bo bidawîkirina êşkcenyê hestiyariya raya giştî zêde bibe.
Dema destgîrkirina van kesan ji bo 4 rojan hat dirêjkirin. Ev welatî birin Edliyeya Rihayê. Welatî bi zor dimeşiyan û pêlavên hinekan ji wan jî tinebûn. Hin welatî jî niv tazî bûn. Dest, rû û çavê hemûyan ji ber êşkenceyê reş û şîn bûbûn û di nav xwînê de bûn. Welatiyên ku destê wan ji pişt ve kelepçekirî, li ser pêyan dan sekinandin û rûyê wan dan dîwar.
RIHA