Kuştin û komkujiya dewleta Tirk li ser Bakurê Kurdistanê û li gel vê yekê li Başûrê Kurdistanê jî nerazîbûna li hember êrîşên dewleta Tirk berdewam e.

Pisporê siyaseta Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê Hişyar Ebdulrehman ji RojNews re axivî û diyar kir ku tişta niha li Bakur diqewime tolgirtina ji 6 milyon kesî ye ji ber ku deng dane HDP’ê. Ebdulrehman di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Ev rewş carnan aram zêde û carnan jî kêm dibe. Wek mînak piştî civîna 5’ê Sibatê Davudoglu çû Mêrdînê şer berfirehtir bû. Artêşê zêdetir êrîşî ser navçeyên Sûr, Silopî û bajarên Şirnex û Colemêrgê kir.”


‘Plana li ser sê bingehan dimeşe’

Hişyar Ebdulrehman bal kişand ser vê mijarê ku planên dewleta Tirk li ser sê bingehan dimeşe û wiha pêde çû: “Artêş ji bo ku xelk cih û warê xwe bi cih bihêlin bi cenderme, tîmên taybet, tîmên Esedullah, Hizbullah êrîş dikin. Herwiha Huda Par û vê dawî jî bi alîkariya hinek partiyên Kurd ên wek partiya Sosyalîst a Mesûd Tak û Sertaç Bucak di nava plana Davudoglû de cih digrin.”

Siyasetmedarê Kurd dide zanîn jî ku AKP û Erdogan ji xwe li dijî demokrasî û hilbijartinê ne, dijî bihevre jiyankirinê, netewperest û olpersetin.

 

‘Xwerêveberî daxwazek nû ya Kurdan nîne’

 Derbarê Rêveberiya Xweser a li Bakur de jî Hişyar Ebdulrehman destnîşan kir ku berê di peymana Sêwas û Erziromê de jî daxwaza xwerêvebirinê hatiye kirin û got: “Mijara Rêveberiyê tiştek nû nîne û hertim di nav Kurdan bi taybet Bakur de ev yek hebûye. Rêveberiya Xweser gelek demokratîke û daxwaza mafê gelê Kurd dike. Kurd bi rêka Yekîneyan jî parastina xwe dike.”

 

‘Kilîla aştiyê di destê Kurdan de ye’

Hişyar Ebdulrehman bal kişand ser hîleyên AKP’ê di hilbijartinê de jî û wiha axivî: “Piştî 13 salan desthilatdariya AKP’ê di 7’ê Hezîranê de partiyên din jî para hikûmetê ji wan re ket. Lê belê AKP’ê bi hîle, tirs û zextan dahatûya tevahiya Tirkiyeyê xiste bin xizmeta berjewendiyên xwe ji bo wê jî hilbijartin dubare kir.

Tirkiye bi qasî plana wê ya tinekirina Kurdan heye ewqas planek ji bo aştiyê nîne. Di hişmendiya AKP’ê de diyalog û danûstandin nîne. Tişta ku di bin navê pêvajoya aştiyê de di nava sal û nîvekî de hat meşandin, ji taktîkan zêdetir tiştek nebû. Niha jî kilîla aştiyê di destê Kurdan de ye.”

 

‘Bi êrîş û zilmê nagihêje cihekî’

Der barê sedema bêdengiya cîhan û raya giştî li hember rewşa heyî jî Ebdulrehman wiha axivî: “Ewropa û bi taybet Almanya ku niha nêzî milyonek penaberan berê xwe dane wir, bi Tirkiyeyê re li hev kirine. Ev yek tenê ji bo berjewendiyên wane. Lê belê saziyên mafê mirov û Neteweyên Yekbûyî jî Tirkiye di mijara zilm û êrîşa li ser gelê Kurd de hişyar kirine. Bi van zilm û êrîşan Tirkiye nagihêje cihekî.”




SORAN MIHEMED / ROJNEWS/HEWLÊR