Tecrîda li ser Ocalan ber bi meha 12an diçe, dive gelê Kurd dijberiyek tund nîşan bide û erê neke.”
***
Dewlet kujer be, desthilatdarî jî hevparê wê kujeriyê ye. Yan jî desthilatdarî kujer be dewlet jî hevparê wê kujeriyê ye.
Çend deh sal in ku kujeriya dewleta Tirk, xwedî-kirin û parastina çete û kontra li Tirkiyê eşkere bûye. Dewletek ku kontra û çeteyan xwedî bike, dibe dewleta çete. Em dev ji mîrateya Ittihad Terakî berbidin; di dema desthilatdairya AKPa misilman (!) de jî heman bextreşî berdewam dikin.
AKPe, dixwaze li mîrateya Mehmed Akif Ersoy, Cemaeta Gulen jî dixwaze li mîrateya Seîdê Kurdî xwedî derbikeve. Lê AKPe, ergenekona kesk ava kiriye, Cemaeta Gulen jî çeteyên bi uniforme ava kirine. Ergenekona kesk jî, çeteyên bi uniforme jî bi kîna li dijî gelê Kurd têne perwerde kirin.
Di nava çend deh salên şerê azadiyê de, gelê Kurd çend deh caran dewleta Tirk li ser suc girtiye. Geh polisên kontra lis er suc girtin, geh nûnerên MÎTê, efserên eskerî li ser suc girtin. Gelek caran çeteyên sifîl wek “caşik” jî li ser suc girtin. Teva jî, bi belge û amurên suc re, radestî dozgeran hatin kirin. Lê serokên dewletê, serok wezîr Erdogan jî di nav de, serfermandarên artêşê jî di nav de, teva li çete, kontra û kiryarên wan xwedî derketin.
Dema ku Kurdan bi cureyên herî xedar û xezeba tofanî dikujin, haqaretê li cenazeyên ciwanên Kurd dikin, kes dengê xwe dernayêxe û nabêje, “ew mirov in, çima hun dikujin, çima hun li hemebrî cenazeyê wan birêziyan nîşan nadin, çima hun operasyonan nadin rawestandin.”
Di tevahiya zivistana îsal de, operasyonan ji erd û hewayê bi dijwraî berdewam kir. Gelek komkujî pêk hatin. Teva jî zarokên gelê Kurd bûn. Lê yek benî-ademî dengê xwe dernexist û behsa agirbestê nekir û ne got “êdî bes e”, kesî ne got, hêzên artêşa Tirk pêvajoya aştiyê sebote kir.
Di her kuştina Kurdan de, rayedarên dewleta Tirk dibin simbêlan re dikeniyan û dilxweşiya xwe dianîne ziman, digotin; “emê wan tune bikin.” Mixabin, kesên xwedî vidjanê şiyar, bangeke xêrdînî nekirin.
Ciwanên Kurd, gundiyên Kurd, kuştina hovane heq nekirine.
Komkujiya herî dawî ya li zindana Ruhayê jî, xeleka dawî ya siyaseta tesfiye kirin û mesaja di çarçoveya şerê psîkolojîk de bû. Balkêş e, dema agir bi qoxuşê ket û agir xwe li bedena girtiyan pêça, gardiyan û eskeran deriyê qoxuşê jî venekirin. Gelo ev helwesta gardiyan û eskeran ne parçeyek ji plane komkujiyê ye?
Dema ku Serokwezîrê Tirk Rrdogan, di nava bêşermiyekê de got “teliya PKKê di bûyera zindana Rihayê de heye”, gelo zimandirêjên ku hêviyên xwe digihînin Erdogan çima gotinek ne gotin?
Faşîzma 12ê Êlûnê, di bedena her Kurdî de birîneke. Îro jî ev birîn bi destê Erdogan û zadeganên wî tê bixwîn kirin. Nêzîkî deh hezar girtiyên siyasî, zêdetir ji deh hezar girtiyên azadiyê, yanî bîst hezar siyasiyên Kurd di zindanên Tirkiyê de rehîn hatine girtin.
Tecrîda li ser Abdullah Ocalan ber bi meha 12an diçe. Gelo di faşîzma 12ê Êlûnê de tiştekî ji vê cûdatir dihate kirin? Ew kesên ku daxwaza dadgehkirina darbekarên 12’ê Êlûnê dikin, çima li hemberî van kiryarên bi ferman û erêniya Erdogan dikevine pratîkê dengê xwe bilind nakin?
Kiryarên rûreşî û sucê faşîzan, ne tenê li zindan Rihayê ye; di sala 1996an de li zindana Amedê, li Ulucanlar, li Ümraniye komkujî pêk hatin.Di 19ê Kanuna 2000’an de, operasyona bi nave “vegera jiyanê” li zindanan komkujî pêk hatin.. Binêrin, hinek ji komkujiyan berî desthilatdariya AKP’ê ne, hinek jî di dema desthilatdariya AKP’ê de ne. Vêce, çi cûdatiya desthilatdariya AKP’ê û yên berî wê, ji hev heye? Par bû, di riya Kayserî de, 5 girtî di wesaîta girtîgehê “rîngê” de hatin şewitandin. Dibin navê ewlekariyê de, ti kes, dewlet jî di nav de, ti kes nikare komkujiyan bike. Gotinên ku Tirk.dibêjin “ji bo pirranî, hindik têne feda kirin”, derew in û bingeha faşîzmê ye. Ev zihniyeta sedsala navîn e. Tu huquq qebûl nake, tu mafdarî çênabe, ku koman bikin qurbanê faşîzma dewletê?
Di nava 10 salên dawî de, li zindanên Tirkiyê, herî kêm 711 kesan jiyan xwe ji dest dane. Îro jî 500 nexweşên giran li zindanan de ji mirinê re hatine terk kirin.
Ez dibêjim, ne AKPe û ne partiyên muxalefetê, MHP, CHP, yanî partiyên bi ideolojiya fermî ya dewletê haveyn girtine, nikarin pirsgirêka Kurd çareser bikin. Binêrin serokê van partiyan û pirraniya wezîrên desthilatdariyê dewşşrme ne. Mirovên dewşirme, bi toqê lanetê hatine girêdan, nikarin pirgsirêkan çareser bikin. Ev, li derî xwezahî û diyalektîka jiyanê ye, li derî psîkolojî û hunandina beden û stewihandina mêjiyê dewşirmetiyê ye.
Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û pêkhatina demokrasî, li Tirkiyê pêdivî bibi lerz û tsunamiyek giştî heye; da ku zihniyeta çete, kontra û kadroyên faşîst ku di burokrasiyê de hatine bicih kirin werin paqijkirin. Hingî wê gelên li Tirkiyê, bixwe doza aştî, demokrasî û çareseriyê bikin. Naxwe Erdogan û zadeganên wî, payendek û pînegirên wî, dîsa wê dubare kirina “çekberdanê, spekulasyonên agirbestê, derewên provaqasyonê”, di çarçoveya şerê psîkolojîk de bînin ziman û kuştin jî wê bidomin.
Dewlet û AKP hevkarê kujeriyê ne