Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Parastina Gel (HPG) bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kir ku medyaya şerê taybet a Tirk gotiye, 4 hevalên wan şehîd bûne lê ev ne rast e û hevalên wan bi sax û silametî gihiştine cihên xwe. 

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê êrîşên artêşa Tirk û bersivên gerîlayan de daxuyaniyeke nivîskî da. HPG´ê di daxuyaniyê de got, “1’ê Îlonê artêşa TC’ê ya dagirker li qada Dizê ya Colemêrgê bi desteka balafirên bê mirov ÎHA’yan operasyonek da destpêkirin. Saet 10.30’an balafirên şer ên hêzên dagirkeran gelek bombe bi ser deverê de berdan, piştî bi demeke kurt helîkoptêrên êrîşê yên kobrayan dever bombe kirin. Hêzên dijmin ku teknîk zêde bi kar anî, piştî bombekirinê bi 13 helîkoptêrên tîpa skorskyê esker danîn deverê. Eskerên dijmin ku ketin meydanê, bûne hedefa hêzên me û şer dest pê kir. Di şer de çend esker hatin kuştin û çend birîndar bûn nayê zanîn. Medyaya şerê taybet bi nûçeyên derew got, 4 hevalên me şehîd bûne. Hêzên me ku di operasyonê de derbên giran li dijmin xistin bi sax û silametî hatine cihên xwe.”


Dewleta nikare bi gerîla êrîşî dar û berên Kurdistanê dike

HPG´ê da zanîn ku 4’ê Îlonê balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker “bi mebesta ku li devera Gundê Filehan a ser bi herêma Zapê ya Qadên Parastina Medyayê de şewatê derxîne, di navbera saet 12.00- 13.30’an de gelek bombe avêtin deverê.

3’yê Îlonê saet 15.30’an û 4’ê Îlonê saet 09.40’an artêşa TC’ê ya dagirger girê Sîro yê Şemzînanê ya Colemêrgê daye ber obûs û hawanan. Di encama êrîşa dijmin de şewat derket.” 


 NAVENDA NÛÇEYAN