NAV-DEM’ê nerazîbûn nîşanî wan kesan da ku ji ber bûyerên li meşa Dusseldorfê Kurdan sûcdar dikin û destnîşan kir ku bûyerê ji ber qedexeyan rû daye. 

Navenda Civaka Demokratîk a Kurdên li Elmanyayê (NAV-DEM), li ser meşa li Dusseldorfê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di destpêka daxuyaniyê de NAV-DEM´ê got, “Ji ber bûyerên polîtîk ên li Kurdistan û Tirkiyeyê, 90 ji sedî yê civaka me ya li Ewrûpayê zêdeyî 30 sal in weke penaberên siyasî li hemû welatên Ewrûpayê bi komeleyan xwe bi rêxistin kirine. Bi taybetî, NAV-DEM ku saziya sîwanî ya 256 saziyan e, bi salan e mîna meşa dawî ya li Dusseldorfê, bi sedan organîzasyonên demokratîk li dar xistine û heta roja îro ti pirsgirêk ji ber me rû nedaye.”


Qedexeya beriya bi rojekê

Di daxuyaniyê de bal hat kişandinî ser meşa li Dusseldorfê û wiha hat gotin:

“(...) Ji bo vê meşê destûra qanûnî hate girtin. Piştre bi saziyên peywendîdar ên dewletê re hevdîtin hat kirin û ji wan hat xwestin, ku ji bo mîna çalakiya li Kolnê pirsgirêka xwarin û vexwarinê li Dusseldorfê dernekeve, destûra standên xwarinê bê dayin.

Têkildarî alên qedexekirî jî; ji bilî alên bi salane qedexekirî û wêneyê A. Ocalan ê bi gomlekê kesk li ser rengê zer, hate qebûlkirin ku yên din bên bikaranîn. Di protokola hevdîtinê de ev gotin hene.

Lê çi qewimî, em nizanin, rojekê beriya meşê, roja înê ji me re hat ragihandin ku her tişt bi temamî hatiye qedexekirin.

Tiştên ku li deh hezaran mirovên tevlî çalakiyê bûn hate qedexekirin ev in:

1. Bi ti awayî wê xwarin û vexwarin ji mirovan re neyê dayin.

2. Belavokên ji bo azadiya Ocalan jî di navê de wê ti wêneyê wî neyê bikaranîn.

3. Divê têlên ji bo ewlekariyê li dora dikê tên danîn, bên rakirin û gelek astengiyên din ên heta pêlava em bixin piyê xwe jî, hatin destnîşankirin.

Hin kes, hin welatiyên Elman ên ku gelê me baş dizanin bê kî ne (Alî Ertan Toprak, Mehmet Tanriverdî û wekî din) li ser van bûyerên ku ne ji ber me rû dan, li ser saziyên çapemeniyê bi şîroveyên derewîn û ne-exlaqî, hewl dan atmosfereke welê biafirînin ku mîna me bi deh hezaran mirov ji bo bûyeran derxînin anîne Dusseldorfê.”


Ew kesên ji aqlê xwe razî…

Di daxuyaniyê de bal hate kişandin ser tecrîda giran a li dijî Ocalan ku ji aliyê bi mîlyonan kesî ve weke rêber tê dîtin û hat ragihandin, bi ço û gazê êrîşî girseya gel a li pankartên Ocalan xwedî derdiketî, hate kirin.

Di dewama daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku hewl hatiye dayin alên YPG/YPJ ên li dijî dijminê mirovahiyê DAIŞ’ê şer dikin, werin astengkirin û wiha hate gotin: “(...) Demeke dirêj ev al serbest bûn. Gelo niha çima qedexe ne? Di nava Koalîsyona Navneteweyî de dewleta Elman jî heye, çima hûn alên hevalbendên xwe YPG/YPJ’ê qedexe dikin? Ji bo van pirsan bersiveke têrker nayê dayin. (...)

Mesele filan al yan jî filan poster nîne. Gelo sembol û posterên navbirî çi zerarê didin dewleta Elman? Ew kesên ku xwe gelekî zana, bi aqil, entelektuel xwe nîşan didin, bila careke din li ser bifikirin. Bila rast bifikirin û şîroveyên rast bikin.” 


DUSSELDORF