Dewleta gornebaşan
OZGUR PAKSOY
MA/AMED
Dewleta Tirk Kanûna 2017 an ji Goristana Xerzan ya li gundê Oleka Jor a girêdayî Bedlîsê 267 cenazeyên Şervanên HPG û YPG’ê bi hinceta “Testa DNA” bêyî agahiya malbatan ji oran hatin derxistin û şandin Saziya Tiba Edlî (ATK) ya Stenbolê.
Tevî ku 10 meh di ser derxistina cenazeyan re derbas bû, hîna jî nimûneya xwînê ya ji bo testa DNA’yê ji malbatan nehatiye girtin.
Yek ji cenazeyan jî yê Şervanê HPG’ê Îsmaîl Dag (Cemşîd) e. Tevî hemû miracaetan jî malbata Dag nikare cenazeyê zarokê xwe wergire. Malbat li benda ATK’a Stenbolê ye ku ji bo testa DNA’yê bangî wan bike. Dayika Îsmaîl Dag, Kudret Dag bi êşa ku cenazeyê kurê wê ji gorê derxistine, li benda cenaze ye.
Ez hestiyên kurê xwe dixwazim
Dayika Kudret dibêje, “bi derxistina cenaze re careke din ji nû ve êş bi me dane kişandin. Cara herî dawî jî min rûyê kurê xwe nedît. Ji bo testa DNA’yê xwînê ji me bigirin, me miracaetî ATK’a Stenbolê kir. Lê hê jî nimûneya xwînê ji me negirtine. Dibêjin, ji bo testa DNA’yê ji goran hatine derxistin. Lê ev 10 meh in ku nimûneya xwînê ji me negirtine. Hestiyê wan man e, dixwazin çi ji cenazeyan bikin! Ez hestiyên kurê xwe dixwazim.”
Dayika Kudret ji bo wergirtina 267 cenazeyan banga hestiyariyê li partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl kir.