Doh li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê hilbijêr ji bo meclîsa nû diyar bikin û serokkomar hilbijêrin çûn ser sindoqan. Dewleta Tirk li Kurdistanê xwe bi zilma xwe dîsa nîşan da û li şûna misogerkirina ewlehiyê, zilm li hilbijêrên Kurd kir.

Ji bo Serdema 27’emîn a Serkomariyê û Hilbijartinên Giştî yên Parlamenteriyê li Tirkiyeyê, hilbijêr doh çûn ser sindoqan û dengê xwe bi kar anîn. Lê dewleta Tirk ji bo ku hikûmeta AKP-MHP´ê û dîktatorê wê Erdogan bi ser kevin, li seranserl Kurdistanê dest werda sindoqan, ji Şirnex, Riha heta bi Mêrdîn, Mûş, Amed û Wamê li gelek deveran mafên welatiyan hatin binpêkirin, çavdêr hatin binçavkirin, muşahid hatin derbkirin, bi komî deng hatin dayîn.

Li Çewligê heyeta OSCE hat astengkirin

Heyeta Rêxistina ji bo Ewlekarî û Hevkariyê li Ewrûpa (OSCE) li gundê Elmaliyê yê ser bi Çewligê xwest lêkolînê bike.

Hat zanîn ku heyet li gundê Elmaliyê hatiye astengkirin û nehiştine heyet biçe dibistana deng lê tên bikaranîn. Cerdevan, polîs û eskeran dor li dibistana seretayî ya Elmaliyê girt û destûr neda heyeta OSCE´yê li wir lêkolînan bike.

Her wiha hat zanîn ku hilbijêrên dengê xwe bi kar tînin ji aliyê esker û polîsan ve ji dibistanê tên dûrxistin.

Çete-şaredar gef li gel xwarin

Li Mêrdînê li gorî hilbijartinên berê, xelk bêhtir çû ser sindoqan. Li Rişmilê ku şaredarê AKP’yî Hayrettin Demir muşahid û namzetê HDP’ê tehdît kirin û li Şemrex û Nisêbînê jî eskeran welatiyên ku çûn deng bi kar bînin, di GBT’ê re derbas kirin.

Li gundê Qoserê yê ser bi Mêrdînê  keya xwest ku welatî dengê xwe eşkere bi kar bînin û derbarê bûyerê de parêzerek ji bo lêkolînê çû herêmê. Li navçeya Rişmilê jî AKP’yî û MHP’yiyan şer kir. Şaredarê AKP’ê jî Hayrettin Demir gef li peywirdarên sindoqê gef xwarin. Li dijî Şaredar ji bo girtenameyan binivîsîn, parêzer çûn cihê bûyerê. Herwiha hat eşkerekirin ku Şaredar, gef li namzetê HDP’ê Dîlaver Înal jî xwarine.

[gallery ids="115412,115406,115408"]  

Li Nisêbîn û Şemrexê GBT!

Li bajarokê ser bi Nisêbînê, Kertiwênê û li navenda navçeyê li Dibistana Oguzhan a Seretayî, dengên bê mohr hatin dayîn piştî ku welatiyan nerazîbûn nîşan da û ji muşahidan re bûyer ragihandin, derbarê dengên bê mohr de girtek hat  girtin. Dîsa li gundê heman navçeyê Qesra Sercêxan welatiyên ku çûn dengê xwe bi kar bînin, li ber dibistanê di lêgerîna giştî (GBT) re hatin derbaskirin .Welatiyan nerazîbûn nîşanî eskeran da.

Li Şemrexê jî li gundê Qesrikê ku serjimara wî 800 e, bi heman awayî li ber dibistanê welatî di GBT’ê re hatin derbas kirin.

Cerdevanan gef li welatiyan xwar

Li navçeya Şirnexê Cizîrê, Sabrî Çagirga piştî ku dengê xwe bi kar anî ji bo li dengê xwe xwedî derkeve ji dibistanê derneket û ji aliyê cerdevan Emin Nergiz ve hat derbkirin. Sabrî Çagirga li Dibistana Navîn a Îstîklal İlkê dengê xwe bi kar anî û piştre ji bo li dengê xwe xwedî derkeve ji dibistanê derneket û bi destê cerdevanê bi navê Emin Nergiz ku peywirdarê AKP´ê ye, hat derbkirin.

Welatiyên li wir nerazîbûn nîşan da û got: “Em vê yekê qebûl nakin. Di bin vê zextê de bikaranîna dengan çiqas adil e?”

Her wiha li gelek cihên din jî gelek hilbijêr ji aliyê cerdevanan hatin derbkirin û tehdîtkirin.

Li Xarpêtê dengan didin betalkirin

Li Xarpêtê li 3 dibistanên cuda peywirdar û serokên sindoqan rêya ne rast li ber hilbijêran dixin û dengên hilbijêran didin betalkirin. Hat zanîn ku li Dibistanên Lîseyê yên Hazar Anadolû, Feyzi Çakmak, Îmam Hatîba Mustafa Paşa, maf hatine binpêkirin. Peywirdar û serokên sindoqan rêya ne rast li ber hilbijêran xistin û hilbijêran dengê xwe li polên ku lê qeyda wan tuneye, dengê xwe bi kar anîne. Loma dengên wan hatin betalkirin.

 

 NAVENDANÛÇEYAN

 
 

Dewlet li Pirsûsê tenê çete ye

 

Namzetê parlementeriyê yê AKP’ê yê Rihayê, Îbrahîm Halîl Yildiz yê ku li Pirsûsê Esvet Şenyaşar û kurên wî Celal û Adil Şenyaşar dabûn qetilkirin, di roja hilbijartinê de jî êrişkariya xwe didomîne. Yildiz tevî bi dehan parêzvanên xwe yên çekdar li Pirsûsê li dibistanan geriya.

Yildiz ê ku çû Dibistana Seretayî yên Ataturk û Cûmhûriyetê û Lîseya Anadolûyê ya GAP’ê, dest danî ser telefonên hemû kesên li dibistanê.

Yildiz û parêzvanên wî peywirdarên li ser sindoqan dan derxistin û endamên desteya sindoqê ya HDP’ê derb kir. Yildiz piştre çû ser sindoqan û ji bo namzetê serokkomariyê yê AKP’ê Recep Tayyip Erdogan dengê blok da.

HDP’ê miracaetî YSK’ê kir

HDP’ê diyar kir ku ji bo lêkolîna gelek zext û astengirinên li navendên hilbijartinê yên Rihayê, wan miracaetî li Desteya Bilind a Hilbijartinê (YSK) da.

HDP’ê têkildarî van zextan daxuyanî da. HDP’ê di daxuyaniyê de got ku, “Nûnera me ya li YSK’ê Pinar Akdemîr ji bo lêkolîn û tevdîrên li Dibistana Seretayî ya Yûkari Bostanci, Dibistana Seretayî ya Hurriyetê, Dibistana Navîn a Suleyman Şah, Lîseya Anadolûyê, Lîseya Anadolûyê ya GAP’ê, Dibistana Seretayî ya Ataturkê û Lîseya îmam Hatîp a Anadolûyê yên li Pirsûsê miracaetî YSK’ê kir.”

Akdemîr daxwazname da YSK’ê û diyar kir ku komên çekdar hilbijêran tehdît dikin, li dibistanan dengên komî didin û muşahid û peywirdarên sindoqan ên HDP’ê tên derbkirin. Akdemîr xwest li ser van bûyeran were sekinandin û midaxele bê kirin.

HDP’ê bi serîledanê ji YSK’ê xwest ku provokasyonan bide sekinandin.