Dewleta Tirk tevî çekdarên xwe li navçeyên Şirnexê Silopiya û Cizîrê, li navçeyên Mêrdînê Nisêbîn û Kerboranê, şerê xwe yê li dijî gelê Kurd di asta herî hovane de dewam dike. Li Silopiyayê gelek kes rehîn hatin girtin, gelek kes asê man û heta bi zarokan, çekdarên dewletê li ti kesî nayên rehmê. Xelkê jî di serî de li Kerboranê li van navçeyan hemûyan berxwedana xwe xurttir kir.
Li Silopiya û Cizîrê, "qedexeya derketina derve" di roja 6. de bi êrîşên dijwar dewam dike. Li Silopiyayê bi qasî sed sivîl di jêrzemîna xaniyekî de ji ber topbaranê asê man.
Li hemberî êrîşên dewleta Tirk ên bi tankan, berxwedana gel kêlî bi kêlî mezin dibe. Jin li dijî êrîşan daketin kolanan.
Qederê 100 Sivîlî asê man
Li Silopiyayê doh danê sibehê êrîşên giran li dijî taxa Nûhê bi tankan hatin kirin. Li taxên Zap û Yenîşehîrê jî êrîşên dijwar hene. Li taxa Zapê di vê kêliyê de bi qasî 100 sivîlî ji jêrzemîna xaniyekî asê man. Hêzên dewleta Tirk dever da ber topan.
8 kes rehîn hatin girtin
Li navçeyê tîmên taybet û leşkeran bi ser mala Hevseroka Meclîsa Giştî ya Bajêr a DBP'ê Adalet Fîdan de pêr girtibû û li malê tevî Fîdan 7 kes rehîn girtibûn. Hêzên dewletê Fîdan û 7 kesên din li metbexa malê kîlît kiribû û ji wê demê ve ye ti agahî ji wan nayê girtin.
Zarokan bi alên spî radikin nexweşxaneyê
Li taxa Şehîd Harûna Silopiyayê malbata ku zaroka wan nexweş ket, zarok kirin nav brandayê û bi hildana alên spî çûn nexweşxaneyê. Ligel bombebaranê malbatê israr kir zaroka xwe bibe nexweşxaneyê.
Li bereya Kurdan berxwedan heye
Li Cizîrê, êrîşan doh berê sibê saet 03:00´yan dijwartir bûn, nexasim jî li taxa Cûdî. Di êrîşan de personelê şaredariyê Îrfan Ûysal birîndar bû. Taxên Nûr û Yafesê jî êrîşên dijwar tên kirin.
Li hemberî êrîşan berxwedana gel bênavber dewam dike. Li hemberî êrîşan gel dadikeve kolanan û êrîşan protesto dike. Li taxên Cûdî, Nûh û Zapê yên Silopiyayê, jin niha li hemberî êrîşên dijwar li ber xwe didin.
Dewlet zexta koçberiyê dike
Li navçeya Şirnexê Cizîrê leşker û tîmên taybet zexta koçberiyê li gel dikin. Li navçeyê hêzên dewletê bi ser gelek malan de girtin û li malan lêgerîn kir. Hate zanîn ku leşker û tîmên taybet deriyên gelek malan şikandine û ji bo koç bikin gef li welatiyan xwarine. Li navçeyê hêzên dewletê hin mal dagir kirin û van malan wekî biryargeh bi kar tînin.
Li navçeyê di encama êrîşên tîmên taybet ên li dijî taxa Cûdiyê de welatiyê bi navê Osman Emcur ê 75 salî bi giranî hate birîndarkirin. Ji ber qedexeyê ambulans nikare bikeve taxê û Emcur ji aliyê welatiyan ve tê dermankirin.
Kurê Emcur, Omer Emcur diyar kir ku bavê wî ji aliyê polîsan ve hatiye birîndarkirin û wiha axivî: "Ji doh şevê ve ye tax tê gulebarankirin. Li cihê ku bavê min hatiye birîndarkirin zêdetirî 50 gule ketiye. Tu kes ji xwedê mezintir nîne. Ev zilm dê heta kengî dewam bike?"
Li navçeya xebatkarê Şaredariya Cizîrê Îrfan Uysal jî di encama gulebarana êrîşên hêzên dewletê de bi giranî birîndar bû.
Cenaze nayên definkirin
Cenazeyên Huseyîn Guzel (70) û Yusuf Abî (80) ku duh li taxa Başakê û Barbarosê jiyana xwe ji dest dabûn, hêj nehatine definkirin. Malbatan bi derfetên xwe cenazeyên Yusuf û Huseyîn rakirin Mizgefta Hz. Abûbekîr a taxê. Ji ber êrîşên dewletê gel nikare cenazeyan defin bike. Berxwedana gel li hember êrîşan li navçeyê dewam dike.
Cerdevan jî daxistin meydanê
Li navçeya Mêrdînê Nisêbînê qedexe ji bo 7 saetan rate rakirin, lê belê dorpêça li dora navçeyê dewam dike. Hate zanîn ku hêzên dewletê doh serê sibehê bang li cerdevanên gundên derûdorê kiriye û ew wezîfedar kirine.
Koma cerdevanan a ji 20-30 kesan pêk tê hat dîtin li rojavayê Lîseya Anadolu ya Emîne Gozu. Eskeran li vir malzemeyên eskerî dan wan. Paşê cerdevan bi wesayîtên sivîl dan rê. Lê nehat zanîn ka cerdevan dê li kû derê bên peywirdarkirin.
Li dijî êrîşan gel li ser piyan e
Li navçeya Mêrdînê Kerboranê jî qedexe kete roja 9´an, û hêzên dewleta Tirk jî doh ji 2 baskan ve êrîş birin ser navçeyê. Bi sedan kes li hemberî van êrîşan daketin kolanan. Di êrîşa li dijî taxa Sefa de maşînên zirîhpoş tên bikaranîn. Li naveyê dengê teqînên dijwar tê.
Li hemberî van êrîşên ji bo tinekirinê, gel daket kolanan. Bi sedan kes ber bi taxa Sefa ve meşiyan. Li taxê heta saeta nûçe dihat amadekirin dûxan bilind dibû.
ŞIRNEX/MÊRDÎN