Di dîroka Osmaniyan û Komara Tirk de du taybetiyên girîng hene; 1 – Ji bo gihîştina armanca xwe çete, kujêr, wehş, ker, kûçik û derûdorên tarî bikaranîn. 2 – Li pey her xinizî û xwînxwariyê bi cezakirin û darezandina çend kesan, yan jî keçelokek ditinê, dewleta xwe qaşo ji qirêjiyê paqijkirin, ango rûsipî kirine.
Ji bo baş têgihîştinê, em bê teoriyeke bi gotinên gilover, çend mînakên dîrokî bidin, wê baştir were zelalkirin. Xirabiyên herî mezin bi Fatîh Sultan Mehmet (II) destpêkiriye. Bira kuştin, fermandar û wezîrên hatine bikaranîn îdamkirin, hemû tewan û qirêjiya dewletê li wan barkirin, serê sirdaşên xwe wendakirin û û. Fatîh piştî dagirkirin û bidestxistina Stenbolê bi boneyeke piçûk wezîrê xwe yê baqil Çandarlı Halil Paşa dişîne Edîrnê û li wir celatên Fatîh wezîr bi werîsan dixeniqînin.
Piştî Sultan Selîm ji sefera Misirê vedigere, di rê de serê wezîrê xwe yê serkeftî yê bi navê Yunus Paşa dide jêkirin. Kanûnî Sultan Suleyman jî dema ji dagirkirina Rodosê vedigere, wezîrê xwe yê nav Îbrahîm ku wek parêzwanê wî bû, di nava nivînan de dide fetisandine. Merzifonlu Kara Mustafa Paşa ji ber ku di dagirkirina Viyanayê de biserneket hate îdamkirin.
Bi gotineke kurt û kurmancî serkarên osmaniyan hemû mirovên xwe yên baş, serkeftî û baqil, berê ji bo pêkanîna hin erkan bikaranîne. Piştre jî yan kuştine, yan jî dekarte kirine. Bi tevahî 44 wezîr û bi sedan beylerbeyî û paşa hatine îdamkirin.
Ev Anane di dema jontirkan de xwe diguhezîne komplo şantaj, dek û dolaban. Itahat Terakî ji bo ku bikanin werin ser kar û tevahiya dewleta Alî-osmanî bigirin bin kontrola xwe, rojnamegerê nas û dihat hezkirin Hasan Fehmî kuştin, piştê vî kuştinê Stenbol tevlihev bû û Itahat Terakî bû hevkarê Meşrûtiyeta yekem. Di sala 1909 an de jî bi dek û dolaban bi kuştina hin kesan di pêvajoya meşrûtiyeta duyem de gav bi gav di nava dewletê de baş bi cih bûn, piştre jî kujeriya ermeniyan organîze kirin.
Teşkîlatî Mahsûsa berê Çerkez Ethem derxist pêş, xwestin bi alîkariya wî grêk û rûmên Anatolya bigirin bin kontrola xwe. Kemalîstan jî kesên wek Topal Osman di kujeriya ermenî, laz û kurdan de bikaranî, piştre jî ew birin Enqerê û karên xwe yên qirêj ên di nava serkariyê de bi wî dan kirin. Mînak: Parlamenter Alî Şükrü Bey dan kuştin. Dema karê wî êdî nema, xwestin wî bigirin, tevahiye tewanên hatî kirin, qirêjiya dewletê têkin stûyê wî, lê ew teslîm nebû, lêxistin ew giran birîndar kirin, di rêya nexweşxaneyê de mir, lê dîsa jî serê wî jêkirin û wisa definkirin.
Wan ne tenê hin kesên wiha xwinxwar bikaranîne, ji bo kujeriya gelan jî gel li dijê gelan, yan jî bi rêya pomagatan (cerdewan/ korucu) ku niha navê wan bûye pomak lê bê tirkan kes etnisiteyeke wiha nasnakin. Her wisa boşnak jî di dema osmaniyan de pomagat bûn.
Wan hin derdorên kurd bi navê Alayên Hamîdiye birêkxistin, ne tenê di kujeriya gelên din de di kujeriya kurdan de jî bikaranîn. Berê peymana Lozanê kesên wek Diyap Axa, Hesen Xêrî birin meclîsê, piştî li Lozanê bi serketin Hesen Xêrî darve kirin. Dîsa endamê partiya kominist (TKP) ya Mustafa Suphî jî bi dek û dolaban di Deryareş de noqî binê avê kirin û di cihê wê de partiyeke din demezirandin. Bi wê awayî têkiliya xwe û Sowyetê jî da rûniştin.
Ji bo afirandina sermaya netewî hebûna gelan talan kir, bes nebû; bi xiniziyeke sîxurên xwe nûçeyek bombekirina mala Mistefa Kemal ya li Selanîkê da derxistin û bi navê Bûyara 6-7 îlonê 1954 heyîya rûm û ermeniyan talankirin. Ji ber ku vê rûdanê li tevahiya cihanê olaneke nerênî dabû, Kemalîstan bi boneye vê rojê Menderes û hevalê wî darvekirin û dewlete rûreş qaşo rûspî kirin.
Di van salên dawiyê de jî dewleta tirk, ger li Kurdistanê û ger bi rêya Daîşê sûçê mirovahiyê li pey hev kir. Hem di nava welêt de û hem jî di nava cihanê de ket nava tengasiyeke pir mezin. Wêneyê Dewleta Tirk di her warî de wek dewleteke qirêj, tewanbar bi gendeliyan dagirtî olan da. Êdî nekarî ku xwe bileqîne. Lema qaşo ketiye nav vê qirêjiyê ji ser xwe avêtin û li hinan barkirinê. Ji ber ku derbeya leşkerî bi ser neket, niha Fetullah Gulan wek keçelok hatiye hilbijartin, tevahiya tewanan li wî tê barkirin ku bikanin dewletê derxin paqijiyê. Eger darbe bi serketa, wê vê carê jî Erdogan biba keçelok û hemû qirêjî li wî bihata barkirin, da ku bikanina dewleta xwe rûsipî bikin.
Bi gotineke kurt û kurmancî mijar ne mijara demokorasî, paralel û maralêlan e, mijar mijara rûreşiya dewletê rûsipîkirine. Keçelok ne girîng e. Dibê îro Fetullah be, sibe jî Erdogan e.