Hêzên artêşa Tirk guleyan li ser şêniyên gundên Dirbêsiyê direşînin. Nexasim jî gundiyên nêzî sînorê Bakurê dimînin rastî van êrîşan tên. Ji ber vê yekê jî gundî nema dikarin biçin nava zeviyên xwe û karê xwe bimeşînin. Gundî daxwaz li rêxistinên mirovî kirin ku helwesta xwe ji kirayarên hikûmeta Tirkiyê re zelal bikin û êdî xwe bêdeng nekin. Her wiha Çavdêriya Sûriyê ya Mafê Mirovan berî niha bi sê rojan diyar kiri bû ku dewleta Tirk li herêma Şehbayê 332 sivîl qetil kirine.

Guleyan li me direşînin

Têkildarî mijarê gundiyê ji gundê Melek Hesen El-Erebo (70) dibêje: “Dewleta Tirk ji berê de dijminatiya gelê Kurd dike. Bi pêvajoya şoreşa Rojava re jî bi hemû rêbazan hewl dide şoreşa me têk bibe, sînor di navbera me û Bakur de çêkiriye. Niha destur nadin me ku biçim nav zeviyên xwe, guleyan li me direşînin. Em bang li civaka navdewetlî dikin ku beranberî kiryarên dewleta Tirk bê deng nemînin.ʺ

El-Erebo tekez kir ku Tirkî çi dike bila bike ew dev ji axa xwe bernadin û dê li pişt şoreşa welatê xwe bin.

Em ji wan natirsin

Ji heman gundî Leyla Xalib jî dibêje: ʺZarokên me ji ber dengên guleyên Tirkan ên li ser sînor,  na razên. Zerevanên li ser sînor wisa dikin ji bo me bitirsînin û axa xwe biterikînin. Lê em natirsin û tu carî axa xwe bernadin.” Leyla Xalib bi berdewama axaftina xwe de bang li rêxistinên hiqûqî kir ku ji bêdengiya xwe derkevin û bi erka xwe ya mirovahî wan ji ber Tirkî bikin.

Gundiyê navê Hemîd Erebo jî got: “Dema em zeviyên xwe çot dikin, zerevanên Tirk ên li ser sînor guleyan davêjim me da ku me bitirsînin.” Hemîd Erebo anî ziman ku Hêzên dagirkeriya Tirkî sivîlên herêmên Bakurê Sûriyeyê ku nû ji terorîstan hatine rizgarkirin hedef digirin, her wiha bêdeniya dewletên Ereb û yên navdewletî şermezar kir.

Artêşa Tirk 332 qetil kirin

Her wiha Çavdêriya Sûriyê ya Mafê Mirova komkujiyên dewleta Tirk ên li herêma Şehba belge kir û da zanîn ku di encama  topbaran û bombebarandina artêşa Tirk a dagirker de 332 ku ji wan 76 zarok in, sivîl hatine qetilkirin. Çavdêriya Sûriyê ya Mafê Mirova rapora xwe de dibêje ku piştî artêşa Tirk a dagirker derbeyên giran xwarin, êrîşên xwe zêde kirin. Di encama van êrîşan de 2 hezar û 300 sivîl birîndar bûne û hin ji wan jî astengdar bûne. 

Avahî kavil bûne

Çavdêriyê derbarê wêrankirina binesaziya Babê got:”Ji ber topbarana artêşa Tirk a dagirker gelek avahiyên sivîlan, navendên saziyan û hwd. bûne kavil”.

Her wiha li gorî Çavdêriya Sûriyê, di encama topbarana artêşa Tirk de 27 hezar sivîl ji Bakurê Sûriyê koçber bûne. Çavdêriyê da zanîn ku heta niha dewletên navnetewî derbarê komkujiyên dewleta Tirk li Sûriyê bêdeng in.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku balafirên şer ên Rûsya jî  bajarê Babê topbaran kiribûn. 


 NAVENDA NÛÇEYAN