Dadgeha Cezayên Giran a Amedê, li Melayê teqawît, Endamê DÎAY-DER’ê Abdulkadîr Anar, ji ber ku li ser cenaze nimêj kir û nimêja Înê ya Sivîl da kirin, bi îdîaya “Endametiya rêxistinê” 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê birrî.
Abdülkadir Anar (63) bi hinceta di çarçoveya xebatên şaredariyê de beşdarî merasîma cenaze bûye, li ser cenazeyan nimêj kiriye û li dijî şer beşdarî çalakiyen Nimêja Înê ya Sivîl bûye, ketibû ber vê doza dewleta Tirk a dagirker. Dozger bi îdîaya di bin navê DÎAY-DER’ê de mela bi rêxistin kirine, endamên rêxistinê di bin baneyê DÎAY-DER’ê de beşdarî merasîma cenazeya û şînê kiriye, wekî “Endametiya rêxistinê” nîşan da. Ya rastî bi vî awayî dozgeriya dewleta Tirk dînê Îslamê bi xwe tohmetbar kir û ceza lê birrî.
Jixwe, Anar jî got, ew pîvanên Îslamê li gorî heqîqetê pêk tîne û wiha nerazîbûna xwe li dijî vê êrişa li dijî dînê Îslamê îfade kir: “Kî dibe bila bibe, ez dê beşdarî merasîma cenazeyê wan bibim.”
Parêzerê Anar, Soran Haldi Mizrak jî got, “Muwekilê min bi hempîşeyên xwe re hevdîtin kirine. Dozgeriyê tevlîbûna merasîma cenaze û mewlûdê wekî karê rêxistinî nîşan dane. “
Parêzer Mizrak, da zanin ku muwekilê wî erk û peywira xwe ya dînî pêk anîye û di heman demê de melayê medreseyê ye. Parêzer di dadgehê de beraeta muwekilê xwe xwest, lê heyeta dadgehê dîsa jî li mela Abdulkadir Anar bi îdîaya “endametiya rêxistinê” 6 sal û 3 meh ceza birrî. Parêzer Mizrak, miracaetî Dadgeha Herêmî ya Dîlokê da ji bo ku vê biryarê bide betalkirin.
MA/AMED