
Li navçeya Mêrdînê Nisêbînê di berxwedana xweseriyê ya lehengî de dewleta Tirk a eskerî bi ser neketî, di encamê de biryara rûxandina navçeyê da. Piştî rûxandina qismên mezin ên navçeyê jî biryara avakirina avahiyên pirrqat ên ji bo rantxwuriyê ên TOKI´yê da. Li şeş taxên rûxandî yên Nisêbînê, avavkirina TOKI´yan tevî ku hîna gelek cenaze nehatine tesbîtkirin û di bin xirbeyên xanî û avahiyên ruxandî ne, destpê kir. Li taxên Dîcle, Firat, Yenîşehîr û Abdulakadîrpaşa ku tevahî xanî hatibûn xerakirin, hîna jî lêkirina avahiyên TOKÎ didome. Li taxa ku avahiya TOKÎ lê tê avakirin cenazeyek hat dîtin. Beriya bi du hefteyan jî, li heman herêmê cenazeyê mêrekî hatibû dîtin. n MÊRDÎN