Dewleta Tirk demografiyê diguhere
Cîgira serokê Komîsyona Azadiyên Dînî ya Navneteweyî ya DYE´yê (USCIRF) Nadine Maenzayê got, li deverên dewleta Tirik dagirkirî yên Bakurê Sûrî binpêkirinên cidî yên azadiyên dînî hene. Nadine Maenze bi peyameke bi dîmen got, ”Me dît gava Tirkiyeyê erdên Sûrî dagir kirin, wê azadiya dînî betal kirin. Şert û mercên pirr dijwar ferz kirin.” Di dewama vê peyama vîdeoyê ya di çarçoveya paneleke online de, wê got, dewleta Tirk li deverên wê dagirkirî, demografiyê diguhere û qirkirina etnîk dike. NAVENDA NÛÇEYAN