
Îro roja zimanê dayikê ya navneteweyî ye û vê rojê ji bo bikaranîn, parastin û bipêşxistina zimanê dayikê li seranserê dinyayê çalakî tên lidarxistin. Herçî dewleta Tirk e, vê rojê êrîşn xwe ên li dijî zimanê dayikê yê Kurdan ango Kurdî zêde dike. Li navçeya Colemêrgê Geverê navê Kurdî yê kargeha Zagrosê hat daxistin û li Baxlera Amedê jî nîşanên rêyan ên bi Kurdî hatin reşkirin.
'Xwe li navê 5 hezar salî ranagirin'
Li Geverê tabelaya nav a kargeha Zagros bi fermana Fermandarê Tumena 3'yemin a Geverê ji aliyê midûriyeta polîsên Tirk ên li navçeyê ji cihê xwe hat daxistin. Kargeha ku tabelaya wê hatiye daxstin ji aliyê wesayîtên zirxî ve hatiye dorpêçkirin. Ev kargeh di nava 13 salan de çend carên dijî rastî êrîşan hatibû.
Parlamenterê HDP'ê ya Wanê Lezgîn Botan têkîldarî mijarê got, "Dema ku Fermandarê Tumenê û Mudurê Polîsan ji kolana Cengîz Topel derbas dibin kargeha Zagros dibînin û fermana jêkirina tabelayê didin. Piştî fermanê polîs bi awayekî bê hiqûqî tabelayê jêdikin. Polîsan gef li dikandarên li ber biryarê rabûyî jî xwarin û gotin 'hûn wisa dewam bikin, tiştên ku werin serê we dive hûn bizanibin."
Botan diyar kir ku dewlet êrîşî hemû nirxê Kurdan dike û mînaka zextên li dijî navê Amedsporê jî da. Botan bi bîr xist ku navê Zagros di dîrokê de ji kevin de heye û "Xwe li navê 5 hezar sal kevin ranagirin".
Trafîk jî li Kurdî qedexekirin
Li aliyê din li navçeya Amedê Baxlerê jî delweta Tirk tabelayên trafîkê yên li ser rêyan ên bi Kurdî reş kiribûn.
COLEMÊRG / AMED