
Nîlufer Koçê li gundê Zergelê yê 8 sivîl lê ji aliyê dewleta Tirk ve hatin qetilkirin, lêkolîn kir û derbarê komkujiyê de nêrînên xwe ragihandin.
Koç destnîşan kir ku dewleta Tirk ‘tehlûkeya hevpar’ e û xwest li Dadgeha Ceza ya Navneteweyî bê darizandin. Hevseroka KNK‘ê ji bo PDK’ê jî got, “Di vê demê de pêwîst e li her tevgera Kurd gava gotinek bi lêv kir divê gotinê xwe, bineqîne.”
‘Bêyî ku firsenda revê bide, komkujî kir’
Koç di destpêka axaftina xwe de got, “ Pêkanînên dewleta Tirk ên li derveyî mirovahiyê şermezar dikim. Tirkiyeyê mirovên bê guneh, bê parastin qetil kirin. Gundek hedef girt. Nehişt ku mirov birevin. Bêyî ku firsenda revê bide, komkujî kir. Îdîa dikin ku mirovên sivîl qetil nekirin, ji ber AKP li ser înkara Kurdan siyasetê dimeşîne. Mirina Kurdan ji bo AKP’ê tiştekî mezin nîne. Dewleta Tirk ev 40 sal in bi sûcên xwe yên şer tê naskirin. Pêwîst e dewleta Tirk li Dadgeha Ceza ya Navneteweyî were darizandin. Divê li qada navneteweyî pirsgirêk bê aşkerakirin, sûcê şer were tesbîtkirin. Pêwîst e, bang li Tirkiyeyê were kirin ku ji aliyê dîplomatîk û hiqûqî ve bi berpirsyariya xwe rabe.”
Koç da zanîn ku di vî warî de wan li Ewropayê xebatên dîplomatîk meşandin, agahî dane Wezaretên Karên Derve, komkujî ji Yekîtiya Ewropa, Konseya Ewropayê re vegotine û got, “Ya duyemîn jî; pêwîst e heyetên destwerdanê bi lezgînî werin şandin. Em bi Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî re hatin vê derê. Li gorî çavdêriyên Rêxistina Efûyê rapor tê amadekirin. Em jî bi wan re bûn. Di rojên pêş de em ê careke din bi heyetên navneteweyî re biçin.”
‘Wê komkujiyên jê mezintir rû bidin’
Derbarê komkujiya li Zergelê de Koç anî ziman ku wan bang li gelek saziyên navneteweyî kiriye û axaftina xwe wiha dewam kir: “Bi nameyan, bi axaftina bi rêya telefonan, me bang kirin. Têkiliya me bi Bexdayê re jî heye, bi sefîrên li wir re. Girîng e heyet bên şandin. Pirsgirêk ne tenê qetilkirina 8 Kurdan e; eger pêşî lê neyê girtin wê komkujiyên jê mezintir rû bidin. Derdorên navneteweyî ev demek e digotin ‘Kurd temînata şer in’. Va ye ev temînat hedef tê girtin. Ne tenê ji bo Kurdan, belge û qanûnên Tirkiyeyê û endamên Neteweyên Yekbûyî, Konseya Ewropayê mora xwe danîne binî hene; ev tên binpêkirin. Pêşî li vê dewletê neyê girtin wê ti hiqûqê nas neke. Em jî ji bo hêzên navneteweyî yên bandora xwe li ser dewletê hene dibêjin ‘Divê Tirkiye were sekinadin’. Ev mijar mijara hevpar a me hemûyan e. Tirkiye ji bo herêmê xetereke hevpar e. Bi mijara Zergelê re em ê di çarçoveya stratejiyeke demdirêj de hewl bidin Tirkiyeyê bibin ber destê Dadgeha Ceza ya Navneteweyî. Êdî cihê Tirkiyeyê ew der e. Li pêş çavan e ku yekser li dijî cîhanê disekine.”
Helwesta PDK’ê rexne kir
Hevseroka KNK’ê nerazîbûn nîşanî helwesta PDK’ê ya li pêşberî van êrîşan da û ev rexne kir: “Feraseta ku parçeyê xwe di ser her sê parçeyên din re dibîne, zerarê dide Kurdan. Dîplomasî ji bo her kesî rewa ye. Lê belê ev nayê wê wateyê; divê hikûmeteke ji bo tinekirina Kurdan sondxwariye mafdar were nîşandan. Ev sekneke li dijî pîvanên neteweyî ye. Pêwîst e her tevgerek ku hay ji gotinên xwe hebe. Divê were zanîn ku li ser gotinên ‘Bila PKK ji Qendîlê derkeve’ Tirkiye wê siyasetê bimeşîne. Li qada dîplomatîk argumaneke çawa tê bikaranîn; dibêjin, ‘Ez êrîşî van dikim, ji ber ku beşek ji Kurdan destekê dide min’. Daxuyaniyên tên dayîn, sûcdariyên li aliyekî tên kirin, li pîvanên me yên yekîtiya neteweyî nayên. Şerê tê meşandin, şerê PKK’ê nîne, di şexsê PKK’ê de êrîşa li hemberî tevgera gel a xurt, êrîşa li hemberî şoreşê ye. Ez weke êrîşeke neteweyî fêm dikim. Qelsbûna PKK’ê wê were wateya qelsbûna çar parçeyan. Mirovên li Zergelê hatin qetilkirin ji xwe welatiyên me yên ji Başûrê Kurdistanê ne. Dewleta Tirk êrîşî gel dike, gefê dixwe. Gelê Başûr bandora şoreşên Rojava û Bakur lê bû, bi komkujiyê re bersiva wî hat dayîn. Dibe ku di nava me de pirsgirêkên navxweyî hebin, lê divê em vê di nava xwe de, li platformên neteweyî binirxînin.”
Firsendên dîrokî
Koç da zanîn ku girîng e banga kongreya neteweyî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ev 20 car in dixe rojevê, careke din were nirxandin û got, “Eger Kurd nebin yek, eger dijminatiya AKP’ê ya li Kurdan neyê dîtin, wê komkujiyên mîna Zergelê zêde bibin. Pêwîst e gelê me di vî warî de nêrînên xwe hîn bi wêrekî îfade bike. Weke gel em bi firsendên dîrokî re rû bi rû ne. Naskirina dijminê xwe, fêmkirina daxwazên dijmin, garantiya siberoja me ye. Her wiha wezîfeya me ye ku em dîplomasiya xwe ya neteweyî bi pêş bixînin. Zergelê hesasiyeta neteweyî afirand. Bandor li hin partiyên siyasî yên li gorî dilê Tirkiyeyê daxuyanî didan, kir.”
ANF/NAVENDA NÛÇEYAN