Çeteyên Artêşa Tirk mal û milkên welatiyên herêmên Şehbayê yên hatin koçberkirin dide firotin.

Çavkaniyan ji herêmên Şehbayê ragîhand ku Artêşa Tirk û çeteyên wê mal û milkên welatiyên herêmê yên ku dagirkeriya Tirkiyeyê qebûl nekirin û bi darê zorê ji herêmê hatin koçberkirin, di mezatan de didin ber firotinê. Mal û milkên Kurdan difiroşin alîgirên Arêtşa Tirk.

Têkildarî mijarê heman çavkaniyan dest nîşan kir ku mal û milkê welatiyê bi navê Ehmed Cimo yê ji gundê Qeir Kelbên di mezata çeteyan li bajarokê Extirîn danî de hatin firotin.

Her wiha heman çavkaniyan dest nîşan kir ku çeteyan Mustefa birine cihekî ne diyar û bi hinceta ku xizmên wî li Efrînê ne, wî li cihekî nayê zanîn digirin. Û piştî vê yekê bi bertîlekê wî berdidin. Lewma Mustefa neçar dimîne ku ber bi Efrînê ve koçber bibe.

Çavkaniyê ku ne xwest navê xwe eşkere bike got mal û milkên wî jî di mezata li Babê de hatin firotin. 

Bi hezaran welatiyên herêmên Şehbayê ji aliyê dewleta Tirk û çeteyê wê ve hatine koçberkirin. 


 ŞEHBA