Wezîrê Tirk lê mikur hat ku wan heta niha 600 ton zeytûnên Efrînê dizîne û çavê wan lê ye 5 hezar tonî bidizin. Wezîrê ku bê şerm ev yek digot, behskirina vê diziyê ji aliyê xwe ve weke eyb bi nav kir.
Dewleta Tirk li Efrînê tenê mirovan dikuje û mafên mirovan binpê dike, xwezeya wê jî qirr dik; zeytûnên wê didize, dibe Tirkiyeyê û darên zeytûnan jî bi dozeran ji kokê radike. Jixwe, dewleta Tirk hewceyî nabîne talana xwe veşerê jî ji ber vê, Wezîrê Çandinî û Daristanan Bekîr Pakdemîrlî, got, ew dahatûyên Efrînê ji bo xwe dixwazin û heta niha 600 ton berhemên zeytûnan anîne Tirkiyeyê.
Piştî ku dewleta Tirk 20’ê Çileyê li Efrînê dest bi êrişan kir û 18’ê Adarê jî dagir kir, ji hingî ve li herêmê bi rêk û pêk sûcên li dijî mirovahiyê tên kirin. Bi taybetî, zeytûnên Efrînê tên talankirin ku yek ji çavkaniyên bingehîn ên bajêr e. Dewleta Tirk darên zeytûnan dibire û berên wan jî didize dibe Tirkiyeyê.
Wezîr îtîraf kir
Li Enqereyê HDP’iyan, di Komîsyona Plan û Budçeya Meclîsê de, zeytûnên Efrînê anîn rojevê. Wezîrê Çandinî û Daristanan Bekîr Pakdemîrlî, got, wan heta niha 600 ton zeytûn anîne Tirkiyeyê.
Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Rihayê Nûsrettîn Maçîn, du guftugoyên budceyê de got, ji 50 tonî zêdetir zeytûn di 8’ê Mijdarê de, ji Deriyê Gumrikê yê Şaxa Zeytûnê re anîne Tirkiyeyê û wiha peyivî: “Divê desthilatdarî dest ji vê polîtîkaya xwe ya talan û xenîmetê berde. Sînor derbas kirin û zeytûnên Efrînê talan kirin, tenê xizmeta çeteyên çandiniyê nake. Di heman demê de polîtîkayên di warê aborî de dijminê gelê Kurd jî dide nîşan.”
Xebera CHP jî jê hebû
Parlamenterê CHP’ê yê Manîsayê Ahmet Vahbî Bakiroglu jî got, xebera wan ji anîna 50 ton zeytûnên Efrînê heye. Bakiroglu li ser vê yekê ev pirs ji Pakdemîrlî kir: “Li gorî lêkolînên me, kooperatîfa krediya çandiniya dewletê, dixwaze 50 ton zeytûnên ji Efrînê anîn bifiroşe derveyî welat. Gelo kîjan dewlet di dema palehiyê de, zeytûnan ji derveyî welat tîne? Ma ev çi feraset e? Hûn çawan vê ji bo hilberînerên me rewa dibînin? Birêz Wezîr jixwe diviya herî zêde hûn rewşa hilberîneran fêm bikin. Hûn vê sektorê baş nas dikin. Gelo hûn çawan destûrê didin vê yekê? Heta tê gotin ku li gel zeyta Efrînê, hûnê zeytûnan jî bînin. Ma hûnê çavên xwe ji vê yekê re jî bigirin?”
Derdê CHP jî hilberînerên wan e!
Parlamenterê CHP’ê yê Balikesîrê Fîkret Şahîn jî, derbarê zeyta ji Efrînê tê anîn de jî got: “Dîsan jî, bûhayê zeytê û zeytûnan pirr giran e. Di bûhatiyê wan de tişt neguheriye. Ligel vê yekê, we bi awayekî qaçax 50 hezar ton zeyt û zeytûn ji derveyî welat anîn Tirkiyeyê. Gelo hûn li dijî vê çiqasî têdikoşin? Li gorî tê gotin 35 ta 50 hezar ton zeyt hatiye Tirkiyeyê. Hûn ji bo aciziya hilberînerên me çi dibêjin?”
Ji Efrînê 600 ton zeytûn hat
Wezîr Pakdemîrlî, bersiv da pirsên parlamenteran û got: “Hilberînên ji Efrînê tên, em ji bo xwe dixwazin. Ev herêm dibin serweriya me de ye. Ji ber vê yekê ji bo Kooperatîfên Krediya Çandiniyê 5 hezar ton hatiye nivîsandin û ji bo ev erk bi cih were anîn jî, deriyê sînor hat vekirin û heta niha 600 ton hilberîn hatiye Tirkiyeyê. Lê li ser 200 ton zeytê axivin bi rastî pirr şerm e û cihê pêkenokê ye. Em weke hikûmetê naxwazin ji Efrînê, dahatû bikeve destê PKK’ê û ev nêzîkatiya me jî zelal e.”