Ji fermandarên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, Ebû Adil ji bo êrişa li Minbicê eskerên Emerîkî û sivîl kirin hedef, bi bîr xist ku MÎT´ê û hevkarên wê yên çete êrişên beriya niha yên li dijî xelkê Minbicê organîze kirine.
ERSÎN CAKSÛ / ANF / MINBIC
Elaqedarî êrişa li Minbicê ya ku eskerên Emerîkî û sivîl kirin hedefa xwe, ji Fermandarên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, Ebû Adil got, “Di êrişên beriya niha hemûyan ên li Minbicê de, komên bi ser Mertala Firatê yên Tirkiyê hebûn.”
16’ê Çile li Minbicê êrişek li dijî eskerên Emerîkî û sivîlan çêbû. Di êrîşê de 2 eskerên DYE’yê, peywirdarekî Emerîkî yê ewlehiyê, 2 şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û 9 sivîlan jiyana xwe ji dest dabû.
Êriş di demeke wiha de pêk hat ku Serokê Fermandariya Giştî ya Artêşa Tirk, Yaşar Guler û hevtayê wî yê DYE’yê Joseph Dunford li Biryargeha NATO’yê ya li Brukselê rûniştibûn. Li ser êrişê ji fermandarên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, Mihemed Ebû Adil axivî.
Lêpirsînê dest pê kir
Ebû Adil diyar kir, beriya niha jî li Minbicê êrişên bi vî rengî çêbûne lê ev cara pêşî ye ku eskerên Emerîkî bûne hedef û got, “Elaqedarîvê êrişê ku ewlehî û aramiya bajarê me kiriye hedefa xwe, lêpirsîn hate destpêkirin û li bajêr tevdîrên ewlehiyê hatin şidandin.”
Adil bi bîr xist ku li Minbicê heta niha gelek êriş çêbûne û li pişt êrişên heta niha hemûyan, çeteyên ‘Mertalê Firatê’ yên Tirkiyeyê hebûn û wiha dewam kir: “DAIŞ’ê ev êriş anî ser xwe. Lê beriya niha jî êriş bûbûn û dîsa wan ev anîbû ser xwe, pirraniya kesên ku piştî êrişan hatin girtin, li xwe mikur hatin ku ew ser bi komên Mertalê Firatê ve ne. Gelek kes hatin destgîrkirin. Ev kes hucreyên veşartî ne û li gorî wê tevdigerin. Jixwe, ev bi raya giştî re hate parvekirin. Pirraniya van hucreyên veşartî yên Mertalê Firatê bûn. Li pişt êrişên li Minbicê yên beriya niha hemûyan, komên ‘Mertala Firatê’ yên ser bi MÎT’a Tirk hebûn.”
Têkoşîna me wê derasayî dewam bike
Adil diyar kir ku encamên lêpirsîna li ser êrişên li bajêr, belgeyên wan hatine girêdan, tevdîrên ewlehiyê yên li bajêr hatine şidandin û ew ê nehêlin ku aramiya herêmê were têkdan: “Li ser vê babetê li ser encamên lêpirsînê belge hatine girêdan. Ji niha û pê de jî wê têkoşîna me ya li dijî van koman û DAIŞ’ê bidome. Têkoşîna me ya li dijî komên ser bi Tirkiyeyê bi rengekî derasayî wê bidome.”
Bi vê êrişê re yekemcar e ku eskerên DYE’yî yên li Sûriyeyê bûn hedef. Balkêş e ku ev êriş di demeke welê de pêk hat ku Serokê Fermandariya Giştî ya Tirk Orgeneral Yaşar Guler û Serokê Fermandariya Giştî ya DYE’yê Joseph Dunford li Brukselê di civîna 180. a Serokên Fermandariya Giştî ya Komîteya Leşkerî ya NATO’yê de bûn.
Tê zanîn, di qeydeke deng a 27’ê Adara 2014’an weşandî de, Musteşarê MÎT’ê Hakan Fîdan ji bo afirandina hincetekê ji bo destwerdana li Sûriyeyê digot, “Fermandarê min, heger mesele hincet be, ez ê 4 zilaman bişînim aliyê din û bikim ku 8 fuzeyan biavêjin meydaneke vala. Ev ne pirsgirêk e. Wê hincetek bikeve destê me.” Guler jî digot, ew bi vê nêrînê re ye.
Ji Qiyam heta bi Çukura MÎT´ê
Ji Tebaxa 2016’an û vir ve dewleta Tirk Cerablûs dagir kiriye û carinan li dijî sivîlan û hêzên xweparastinê yên Minbicê êriş tên kirin. Temamiya van êrişan jî ji aliyê dewleta Tirk û komên wê yên çete ve tên kirin. Ev demek e li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, rêxistina bi navê ‘Qiyam’ ku ji aliyê MÎT’ê û DAIŞ’ê ve bi hevkarî hatiye avakirin, sabotajan û sûîqestan dike.
Ev rêxistina ku “hucreyên razayî” car caran dixe nava liv û tevgerê, gelek endamên wê beriya niha li Minbicê, Kobanê, Reqayê, Girê Spî û herêmên cuda hatin girtin û li sûcên xwe mikur hatin. Piştî ku kişf bû ev rêxistin ji bo derxistina şerê navbera gelên herêmê tê bikaranîn, dewleta Tirk rêxistineke nû ya bi navê “Çukur” xiste dewrê. Hin ji endamên vê rêxistinê yên hatin girtin jî li têkiliya navbera xwe û dewleta Tirk mikur hatibûn.
Qatilek hat kuştin
Hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê pêr bi şev rê li ber teqînekê girt, û kesê xwest teqînê pêk bîne jî di destwerdanê de hate kuştin .
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên ji Meclisa Leşkerî ya Minbicê, çeteyekî dema hewl da mayînekê li ser rêya Mazerlî bi cih bike, ji aliyê Hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê ve bi kamerayên çavdêriyê hate kontrolkirin.
Heman çavkaniyan diyar kir ku çeteyê mayîn bi cih kiribû, dema hewl da bireve ji aliyê Hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê ve hate kuştin û mayîn hate bê bandokirin.
ANHA / MINBIC