Navenda Ragihandina YPGʹê bîlançoya êrîşên Artêşa Tirk a dagirker û hemleya Xezeba Firatê ya meha Nîsanê eşkere kir û got, dewleta Tirk di Nîsanê de 67 caran êrîşî Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Sûriyê kiriye.
Daxuyaniya Navenda Ragîhandina YPGʹê ku li ser malpera YPGʹê ya fermî hate weşandin dibêje, “Di Nîsana 2017’an de Artêşa dagirker a Tirk 67 caran êrişî seranserê sînorê Rojava û Bakurê Sûriyê kiriye, ji wan êrişan 35 caran bi tang û top, 24 caran bi cûreyên cuda ji çekên giran, 7 caran bi muşek û carekê jî bi balafirên şer êriş pêk aniye.”
YPG dide zanîn ku di êrişa bi balefirên şer roja 25′ê Nîsanê a li dijî navenda Fermandariya Giştî ya YPG′ê ya li herêma Qereçoxê “di nav de sê nûçegihanên navenda ragihandinê jî 20 şervanên YPG/YPJ′ê şehîd bûn û 18 şervan jî birîndar bûn.”
YPG diobêje, wan 16 caran berisva van êrişan daye û wiha dewam kir: “Di encamê de li herêmên cûda yên li ser xeta sînor 3 caran şerên demkurt qewimîn. Herwiha 2 balafirên keşfê, 3 tang, 2 panzer, maşîneyeke radar li ser û 6 çeperên artêşa dagirker a Tirk hatine rûxandin.”
YPG´ê wekî din da zanîn ku Nîsanê bajarokên Hezîme, Mezrea Tişrîn û bi dehan gund bi giştî 800 kîlometreyên bi çarçik li bakur û bakurrojhilatê Reqayê ji çeteyên DAIŞ’ê hatine rizgarkirin.
Fermandaraiya Gişt ya YPGʹê di daxuyaniyeke cuda de da zanîn ku dewleta Tirk piştgiriyê dide DAIŞ´ê û şerê li dijî DAIŞ´ê asteng dike û ji komkujiya Recim Silêb jî berpirsyar e.
YPG dibêje, di êrişa li deriyê Recim Silêbî yê li başûrê bajarê Holê yê li ser sînorê Sûriyê û Iraqê de komkujiyeke hovane çêbûye û weha dewam dike: “Dewleta Tirk deriyên xwe li pêşiya DAIŞʹê vekiriye da ku kiryarên xwe yên hovane pêk bîne.
Dewleta Tirk ku piştgiriya terora DAIŞʹê dike û asteng e di şerê li dijî DAIŞʹê û tunekirinê wê de, ji komkujiya Recim Silêbî berpirsyar e.
NAVENDA NÛÇEYAN