Terora dewleta Tirk a li gundê Xerabê Bava yê ser bi Nisêbînê, li bajarê  Swîsreyê Cenevreyê û li paytexta Belçîkayê Brukselê hat şermezarkirin.

Li Cenevreyê zext û êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li gundê Xerabê Bava yê li navçeya Mêrdînê Nisêbînê hatin şermezarkirin. Çalakî bi pêşengiya Ciwanên Azad ên Cenevreyê hat lidarxistin.

Kurdistaniyên beşdarî çalakiyê bûn dan xuyakirin, ku ji bo lenetê li çeteyên faşîst û hikûmeta AKP'ê bînin, ew civiyane û dirûşmên "Kujer Erdogan", "Nisêbîn ne bi tenê ye" û "Artêşa Tirk ji Kurdistanê bicehime" gotin.

Çalakgeran bang li Kurdên li Ewrûpayê kir ku berxwedanê xurt bikin, xwedî li vîna xwe derkevin û dakevin meydanan.

Di çalakiyê de her wiha bang li her kesî hat kirin ku di referandûmê de dengê 'NA' bidin. 

Xirabê Bava ne tenê ye

Li paytexta Belçîkayê Brukselê, Meclîsa Jinê ya Şehîd Bêrîtan û Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li ber avahiya Parlamena Ewrûpayê, ji bo Xerabê Bava çalakiyek li dar xistin.

Di çalakiyê de wêne û pankartên bi nivîsên xwe dewleta Tirk şermezar dikirin, hatin hilgirtin û dirûşmên "Kujer Erdogan", "Terorîst Erdogan" hatin gotin. 


 CENEVRE / BRUKSEL