Dewleta Tirk hejmarê nake sed
Li gorî rayedarên dewleta Tirk li Tirkiyeyê ji ber pandemiya vîrusa koronayê di nava 24 saetan doh de98 kes mirine. Bi vê yekê re hejmara kesên li Tirkiyeyê mirine bû hezar û 296. Hejmara kesên îro bi vîrûsê ketine jî bû 4 hezar û 93. Dîsa li gorî van hejmarên fermî li Tirkiyeyê bi giştî 61 hezar û 49 kes bi vîrûsê ketine, 1 hezar û 296 kes jî mirine. Lê gelek alî difikirin ku ev hejmar ne rast in û dewleta Tirk hejmarên bi rastôi vedişêre yan jî bi xwe jî tesbît nake. Raporeke zanyarên aboryiyê yên Zanîngeha Gottingenê li Elmanyayê wisa hizir dikir ku 31’ê Adarê hejmara kesên bi vîrusê ketî bêhtirî 11 milyonan be. Lê dewleta Tirk weke sonxwarî be, hejmara miriyan serê rojê nake sed, lê kes jî baweriyê pê naîne. NAVENDA NÛÇEYAN