Belgefîlma “Bîra Mi Têtin” ku behsa komkujiya Roboskiyê dike, ji bernameya 27’emîn Festîvala Fîlman a Navdewletî ya Enqerê hat derxistin û sînemagerên Kurd nerazîbûn nîşanî vê helwesta festîvalê da.
Festîva Fîlman a Enqerê 28’ê Nîsanê dest pê dike heta 8’ê Gulanê. Belgefîlma ‘Bîra Min Têtin’ ku destpêkê bo pêşbirkeyê hatibû qebûlkirin, bi hinceta ji wezareta peywendîdar belgeya tomar û tescîlkirinê nehatiye wergirtin, ji bernameyê hat derxistin.
28’ê Kanûna 2011’an li Roboskiyê 34 welatiyên sivîl li ser sînorê di navbera Bakur û Başûrê Kurdistanê de ji aliyê balafirên şer ên Tirkiyê ve hatibûn qetilkirin. 


 ENQERE