Dewleta Tirk li dijî Ocalan wê bi ser nekeve
Tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li gundê Mîçûrînsk ê bajarê Tambovê yê Rûsyayê hate şermezarkirin.
Jinên Kurd ên li bajarê Tambov ê Rûsyayê, tecrîdkirina giran a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir.
Bi navê Meclîsa Jinê, Fatma Kasimova û Fatma Avselamova li ser navê jinan axivîn. Qisekeran diyar kir ku tecrîdkirina Ocalan êdî gelekî giran bûye, bi rengekî bêsînor didome û xwestin destûr ji malbatê û parêzeran re bê dayin ku karibin tavilê Ocalan bibînin.
Çalakgeran her wiha diyar kir ku polîtîkaya şidet û komkujiyê ya dewleta Tirk, wê ti carî bi ser nekeve.
Di dawiya çalakiyê de dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe” hatin gotin. n MOSKOV