Qirkirina siyasî li Bakurê Kurdistanê dewam dike. Hukûmeta Tirk şaredariya Bismilê jî desteser kir, endamê meclîsa partiyê yê DBP´ê Yunus Durdu û hevşaredarên Bazîdê kirin binçavan, bi ser de jî 8 endamên komeleyan piştî êşkencekirinê, girtin.

Walîtiya dewleta Tirk a Amedê Qeymeqamê Bismilê Turgay Gulenç wekî qeyûm tayînî Şaredariya Bismilê ya DBP’yî kir. Polîsan di 2'ê Sibatê de bi ser mala Hevşaredara Bismilê Cemile Eminoglu de girtibû û ew kiribû bin çavan. Piştî vê îro bi wezîfedarkirina qeyûm şaredarî hat desteserkirin. Bi vê yekê hêjmara Şaredariyên DBP’ê yên qeyûm dest danî ser wan bû 69.

Hevşaredarên Bazîdê Murat Rohat Ozbay û Delal Tekdemir jî di navde 7 kesên ku di 23'ê Çile de hatin binçavkirin, piştî karê wan ê li midûriyeta polîsan bi dawî bû sewqî dadgehê hatin kirin. Heyeta dadgehê piştî li îfadeya Hevşaredarê Bazîdê Murat Rohat Ozbay û Delal Tekdemir, Cîgirê Hevşaredar Bulent Erişik, endamê meclîsa Şaredariyê Mustafa Ergul, Z. Abidin Kizilay, Halime Keskin û Bora Çoktin guhdarî kir biryara girtinê da. Niha 78 Hevşaredarên DBP’ê bi giştî girtî ne. 

Li aliyê din li Êlihê di serdegirtina malan a pêr de endamê Meclîsa Partiyê ya DBP´ê Yunus Durdu hat binçavkirin. Sedema binçavkirina Durdu nehat zanîn lê hat gotin, di çarçoveya lêpirsînek a Dersimê de hatiye binçavkirin.

Li bajarê Dersimê jî polîsan pêr bi ser mala endamê Meclîsa Partiyî ya DBP’ê Soner Oz de girt, ji ber ku Soner Oz ne li mal bû bi telefonê lêgeriyan û xwestin bê û li midûryeta polîsan îfadeyê bide. Oz li midûryeta polîsan hat binçavkirin. Ligel vê walîtiya Dersimê derbarê Oz û Durdu de bi daxuyaniyeke balkêş îdîa kir ku her du kes ji ber endametiya rêxistinê hatine binçavkirin.

Piştî êşkencê 8 kes girtin

Li Mêrsînê 13 endamên Komeleya Gelan û Komeleya Çandê ya Pir Sultan Abdal (PSAKD) beriya bi 14 rojan hatibûn binçavkirin û rastî êşkenceyê hatibûn. Piştî ku 13 kes sewqî Dadgeha Sulh Ceza ya Nobedar hatin kirin, 8 ji wan hatin girtin. Kesên hatî girtin Dîlan Ekin, Gulbeyaz Karaer, Seval Arici, Ercan Firat, Erkan Koyuncu, Merih Ceniz, Ugur Kan û Yusuf Şah. Dozger beşdariya Konsera Grup Yorum û çalakiya li dijî Komkujiya 10'ê Cotmehê ya Enqereyê wekî delîl nîşan dan. 

Seval Arici ku ji ber êşkenceyê bedena wê xwînî bûbû, piştî hat dermankirin şandin Gertîgeha tîpa C a Mêrsînê. Hat diyarkirin ku dema birine girtîgehê jî dîsa ew derb kirine. 


 NAVENDA NÛÇEYAN