
Meşê bi tevlîbûna girseyeke qelebalix ji saet di 16:00´an de li ber Frankfurt Sud Bahnhofê dest pê kir û piştre li navenda bajrê kevin Romer mîtîngek hat lidarxistin. Parlamentera HDP’ê ya Wanê Tûba Hezer li mîtîngê axivî û diyar kir ku dewleta Tirk di şexsê Amedê de hewl dide mesajê bide gelê Kurd. Hezer got, “Divê hem Amed hem jî gelê tevahiya Kurdistanê bi berxwedanê bersivê bide. Lazim e em li her cihî li ber xwe bidin û li ber çeteyên qesrê rabin.”
Nûnerên HDK Frankfûrt, Partiya Çep, YJK-E, Însiyatîfa Asli Erdogan û AABF li mîtîngê axivîn û banga xurtkirina berxwedanê li her cihî kirin.
FRANKFURT