Di daxuyaniyê de hat gotin ku li pişt kesên wek Erşed Salihî delweta Tirk heye. 

Li Ofîsa Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê li Silêmaniyê li dijî gotinên Erşed Salihî yê gotî, PKK terorîst e û divê ji Kerkûkê derkeve, tevgerê daxuyaniyek da çapemeniyê.

Berdevka Tevgera Azadî, Tara Hisên di daxuyaniyê de got, “Dijberiya Erşed Salihî nîşan da ka kîjan dest li pişt heye. Ji sala 2014’an ve gerîla bi pêşmergeyan re li ku pêwîst bike şer kiriye û dike. Gerîla ji bo parastina Kurdistanê şehîd dane. Gerîla hêza parastina Kurdistanê ye. Li Mexmûrê 4 şehîd, li Kerkûkê 2 şehîd û li Şengalê 250 şehîd dane.”

Tara Hisên diyar kir ku heta niha gerîla û pêşmerge bi hev re di nava sengerekî de bûne û wiha dewam kir: “Em piştgiriya hebûna gerîla li vê herêmê dikin. Em dixwazin li wir jî bimînin. Ji ber ku ew bûne hêza moralê hem ji bo gelê Kurd hem jî ji bo hêzên pêşmerge yên di eniya şer de.”

Di dawiya gotina xwe de Tara Hisên diyar kir ku Erşed Salihî nikare li ser navê pêkhateyên wir biaxive û yekîtiya gel li wê herêmê belav bike : daxuyanî wiha bi dawî kir: “Ger pirsgirêk li wir heye, destê dagirkeran li pişt e. Em Erşed Salihî şermezar dikin û daxwaz ji hemû aliyan dikin ku xwedî helwêst bin. Ji bo ku kesên wek Salihî ewqasî bi hêsanî nekaribin yekîtiya Kurdan têk bidin.” 


SILÊMANÎ