Di nava van rojên derbasbûyî de çeteyên DAIŞ`ê gelek gundên herêma Şehbayê  radestî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê kir. Gundên ku hatine radestkirin wiha ne”Şêx Cerah, Sosnebat, Xirbe Helîme, Til Betal, Şibîran, Til Cerce, Eyaşa û Numan” ev gundan jî li bakurê bajarê Babê dikeve.

Bi radestkirina van gundan, di navbera bajarê Babê ku bargehekî navendî ya çeteyên DAIŞ`ê li bejahiya bakurê Helebê û artêşa Tirk û çeteyên wê de tenê 11 km mane. Her wiha di navbera artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê û gundê Qubasîn 12 km mane.


 EFRÎN