Piştî redkirina dewleta Tirk a derketinê, hêzên Rûsyayê bi tenê dewriye pêk anî.
Ev cara çaremîn e ku hêzên dewleta Tirk red dikin ku dewriyeya hevpar bi polîsên leşkerî yên Rûsyayê re li ser sînorê Sûrî-Tirkî yê bakurê Sûrî pêk bînin. Ev jî diyar dike ku nakokiya di navbera her du hêzan a li Idlibê de derbasî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî jî bûye.
Panzêrên polîsên leşkerî yên Rûsyayê li hember sînorê Sûrî-Tirkî yê li gundê Aşmê yê rojavayê bajarê Kobanê li benda hêzên dewleta Tirk a dagirker a derketina dewriyeya hevpar sekinîn. Lê belê aliyê Tirkiyê dîsa nehat û polîsên leşkerî yên Rûsyayê bi tenê derketin dewriyeyê.
Dewriyeya Rûsyayê li gundên nêzî sînorê Tirkî-Sûrî yên rojavayê bajarê Kobanê geriya û piştre vegerî nuqteya xwe ya li navenda Îzaê ya rojavayê bajêr.
Ji 3’yê Sibatê ve, dewleta Tirk red dike ku bi Rûsyayê re dewriyeyê li ser sînorê Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk bîne. Ew dewriye li gorî lihevkirinên Soçiyê yên di navbera Rûsya û Tirkiyê de di 22’yê Cotmeha de pêk tên.
Di 3’yê Sibatê de 8 leşkerên Tirk bi bombebarana hêzên rejîma Sûriyê li Idlibê hatin kuştin. Ji wê demê ve dewleta Tirk red dike ku tevî Rûsyayê dewriyeyê pêk bîne û rewşa hewayê dike bihane.
ANHA/KOBANÊ