Karayilan: Bi serê xwe jî nikare bi pêş ve bê. Halê hazir niha xitimiye. Li Lêlîkan, Girê Xwedê û Koordîneyê her roj derban dixwe. Nikare xwe biparêze. Vekişîn ji bo wê hilweşîn e. Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê  Mûrat Karayilan ê tevlî bernameya Taybet a Stêrk tv bû, bersiva pirsên rojnamevan Ciwan Tunç da. Karayilan bal kişand ser têkiliyên dewleta Tirk ên bi  rêxistinên li ser xeta El Qaîde û El Nûsrayê û got: “Nûnerên vê xetê AKP û Qeter in.” Karayilan destnîşan kir ku Tirkiye Kurdan ji bo xwe weke gef dibîne û bi bîr xist ku Komara Tirkiyeyê li ser tinekirina Kurdan hatiye avakirin û got, “Sîstema serokatiyê ya ku Erdogan pêşengiya wê dike li ser qirrkirina Kurdan hatiye avakirin. Ji bo tenê bibe serwer, divê Kurd bên tinekirin.” Karayilan di hevpeyvînê de îşaret bi pêkhatina AKP´ê kir ku weke senteza xeta Ixwan el-Muslimîn û El-Qaîdeyê bi nav kir û paşê got, “Ev bi hev re tifaqê dikin. Jixwe, ev têkiliya wan li Idlib û gelek deverên din bi awayekî eşkere li ber çavan e. Ev yek ji bo gelên Ereb jî xeter e. Tirkiye li herêmê rê li ber pirsgirêkên nû vedike.” Karayilan bi bîr xist ku dewleta Tirk û AKP´ê ji sala 2011’an ve tevî AKP´ê destek daye xeta el-Qaîde û Ixwan el-Muslimîn, çawa ku di destpêkê de Erebistana Siûdî jî dikir û wiha pê de çû: “Di qirrkirin û talankirina li Sûriyeyê de pareke mezin a siyaseta AKP’ê û Erdogan heye.” Bila Kurd bi miradê xwe şa nebin Karayilan got, Tirkiye ji bo astengkirina destketiyên Kurdan mercan datîne ber Rûsyayê û wiha peyivî “Divê hevdîtinên hêzên Kurdî yên li Bakûrê Sûriyeyê yên bi rejîma Sûriyeyê re bên qûtkirin. Dema MSD hevdîtinan bi Şamê re dike û ji bo çareseriya Sûriyeyê û pirsa Kurd dîyalogê dike, dewleta Tirk ji bo aştî pêk neyê daxwaz pêşkêşî Rûsyayê dikin. Ji bo operasyona li dijî Til Rifat û ku îdîa dikin hêzên YPG’ê yên li Til Rifatê hene, derxin. Ji bo Kurdên ji Efrînê derbasî wir bûne ji wir jî derxînin, daxwaz ji Rûsyayê dike. Daxwaza dagirkirina Minbicê dike. Lê astengiyên Amerîkayê hene, her wiha astengiyên cuda hene. Li gorî Karayilan, dewleta Tirk dibêje, heger di van şertan de lihevkirin pêk were, ew dikare El Nusrayê ji Îdlibê vekişîne. Bi vê jî Karayilan îşaret bi armanca Tirkiyeyê dike: “Ji van daxwazan em baş dizanin, yek hedefa Tirkiyeyê heye, ew jî Kurd li herêmê nebin xwedî statu, Kurd li herêmê azad nebin û nebin fermî. Armanca sereke ya dewleta Tirk ev e.” Sîstema qirrkirinê qewîn dikin Karayilan dibêje, hedefa demkurt a Tirkiyeyê şerê li dijî PKK´ê ye û ya demdirêj jî ew e ku hemû destketiyên Kurdan ji holê rake: “Ev konsepta bingehîn a Tirkiyeyê ye. Jixwe, vê eşkere dibêje. Nimûna vê referandûma Başûrê Kurdistanê ye, Erdogan bi xwe ev yek got. Ew li herêmê hebûna Kurdan naxwazin. Dibêjin; heger li Bakurê Kurdistanê Kurdan biçewisînin, hebûna federasyona li başûr, dîsa federasyona Rojava rê nade ku li Bakur Kurdan biçewisînin û tine bikin. Nîvê wê qirr jî bikin wê dîsa nîvê din serî rakin. Ji bo vê, yekem pirsgirêka xwe wiha dibîne, divê Kurdan ji kokê ve qirr bike. Ji bo vê, divê destketiyên li Başûr û Rojava tine bike. Dîsa bi tifaqên li gel Îranê, Rojhilatê Kurdistanê li gorî xwe çareser bike.” Karayilan got, Tirkiye Kurdan ji bo xwe weke gef dibîne, Komara Tirkiyeyê bi xwe, li ser tinekirina Kurdan hatiye avakirin û wiha dewam kir: “Niha Erdogan di dîroka Komara Tirkiyeyê de dest bi pêvajoyeke nû kiriye. Sîstema serokatiyê ya ku Erdogan pêşengiya wê dike li ser qirrkirina Kurdan hatiye avakirin. Ji bo tenê bibe serwer divê Kurd bên tinekirin. Divê dengê Kurdan bê qutkirin, gotina navê wan jî nebe.” Karayilan xwest Kurd hemû vê konseptê nas bikin û li stratejiya hevpar a yekgirtî li hev bikin. Wî îşaret bi hevkarî, diyalogên hevpar û tifaqên di navmala Kurdan de kir û wiha dewam kir: “Êriş vê mecbûr dikin. Ev ne mijara partiyekê ye, meseleyeke stratejîk e. Stratejiya gelê Kurd e. Niha li Rojhilata Navîn şer heye. Mesele piştî şer wê li herêmê dîzayneke çawa were kirin. Niha dewleta Tirk hesabê vê dike. Armanca wê ew ku di dîzaynkirina nû de cihê Kurdan nebe, polîtîkaya wê ya esas ev e. Kurt û Kurmancî, divê hemû aliyên Kurd ve xeterê bibînin û li dijî vê bibin xwedî helwêst.” Karayilan got, tevî berxwedan û berdêlan jî, heger stratejiyeke hevpar a Kurd neyê bipêşxistin, encam wê pirr xirab bin, dîsa jî stratejî û tedbîrên wan he û wiha peyivî: “Lê neyekbûna Kurdan destê dijmin xurt dike. Divê em destê dijmin xurt nekin.” Dagirkerî di cihê xwe de bist bûye Endamê Komîteya Rêveber a PKK´ê Murat Karayilan di dawiyê de li ser mijara dagirkeriya Tirk li Başûrê Kurdistanê jî ev agahî dan: “Li Başûr ji bo xwe li hevkaran geriya, di vê mijarê de jî bi ser neket. Bi serê xwe jî nikare bi pêş ve bê. Halê hazir niha xitimiye. Li Lêlîkan, Girê Xwedê û Koordîneyê her roj derban dixwe. Nikare xwe biparêze. Vekişîn ji bo wê hilweşîn e. Ji bo bipêşveçûnê jî divê hevkaran ji bo xwe çêke, di vê meselê de heta niha bi ser neketiye. Nikare bi serê xwe jî bi pêş ve biçe. Dewleta Tirk di dema xwe ya herî lewaz de ye. Hem di mijara Idlibê de tengijiye. Hem jî di mijara Başûr de jî asê maye.” NAVENDA NÛÇEYAN