Dewleta Tirk û çeteyên wê berpirsiyar in
LUQMAN GULDIVÊ
Doh li Efrînê di êrişeke bi kamyoneke bombebarkirî de herî kêm 40 kes hatin kuştin û qederê pêncî kesî jî birîndar bûn. Di nava kuştiyan de unsûrên çeteyên dewleta Tirk ên dagirker jî hene. Hema piştî êrişê dewleta Tirk a dagirker bi devê wezareteke xwe, YPG ya ku li deverê hîç çalakiyên wê nînin, tohmetbar kir. Lê rastî li devereke din bû. Gelek aliyan îşaret bi komên çeteyên cihê kir, yên ku dewleta Tirk bi wan Efrîn dagir kir. Di navbera van koman de gelek caran şer derdikeve û ew xwe jê nadin alî ku deverên sivîlan jî bombe bikin ji bo ku şerê hev bikin. Li aliyê din dîsa ne dûrî aqilan e ku dewleta Tirk a ku jiyana mirovan ji bo wê ne li hesaban e, ji bo hincetên êrişên xwe yên li dijî Rojava ev yek pîlan kiribe. Bi her halî hem rayedarên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî û hem jî rayedarên QSD û YPG ev êrişa hanê weke êrişeke terorîst mehkûm û rûreş kir.
Êriş doh li ser rêya Raco li Sûka Sebî çêbû. Ne dûrî Şaredariya Kevin ku îro weke navendeke çeteyên dagirker tê bikaranîn. Dîsa nêzî cihê teqînê nûqteyeke çeteya Siltan Murad heye ku MÎT’a Tirk ew yekser damezrandiye. Di êrişê de herî kêm 40 kes mirin, li gorî hin çavkaniyan hejmar ji vê gelekî zêdetir e. Herî kêm jî 47 kes birîndar bûn. Dewleta Tirk îdîa dike ku hemû sivîl in, lê li gorî çavakaniyên weke Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûrî (SOHR) gelek çete jî di anav wan de hene.
Ji bo fêmkirina êrişê ya rast lazim e mirov berê xwe bide tiştekî din jî; aloziya di navbera Heyet Tehrîr el-Şam (HTŞ; el-Nûsrayya berê ku El-Qaîdeya Sûriyê ye) û dewleta Tirk de li Idlibê rûdidin. Beriya bi sê rojan, sibehê HTŞ’ê destûr neda ku dewriyeya Rûs û Tirk di rêya M4 re biçin. Li ser vê yekê di navbera artêşa Tirk û HTŞ’ê de şer qewimî. Dewleta Tirk sivîlên alîgirê HTŞ’ê jî kirin armanca êrişên xwe yên cezaker ên bi dronên bi sîleh. Di encamê de li gorî çavkaniyên cihê 2 ta 5 kesan hatin kuştin. Diyar e 2 ji van sivîl bûn. Ev bûyer li ketina bajarê Neyreb qewimî û ew dewriyeya Tirk û Rûs jî nekarî bigere. HTŞ’ê ji vê û pê ve hem bi kanalên xwe û hem jî bi rêya hesabên medyayên civakî yên nêzî xwe li dijî dewleta Tirk propagandaya kuştina sivîlên Sûrî, firotina doza Sûrî û lihevkirina bi Rûsan re gurr kir.
Di rewşeke wisa de em ji bîr nekin li tevahiya erdên dewleta Tirk dagirkirî de HTŞ û xasma jî alîgirên wê bi rehetî dikarin bigerin û xwebigihînin her devera dixwazin. Em behsa hevkarên heta doh dikin. Yanî ji bo HTŞ ne zehmet e ku kamyonek teqemenî bibe Efrîn, Ezaz, Serêkaniyê, Cerablûs, Bab yan jî Girê Spî. Li jor me got nuqteyeke Siltan Murad ku koma herî yekser MÎT’a Tirk bi rê ve dibe, nêzîkî cihê teqînê bû. Naxwe ne dûrî aqilan e ku teqîna hanê ya ku Rêveberiya Xweser rûreş kirin, yekê ji komên çete di şerê xwe yê li dijî komên din de kiribe, yan jî dewleta Tirk a ku her hincetan çêdike bi xwe ev organîze kiribe, yan jî hiştibe biqewime.
YPG’ê daxuyanî da û got, ti elaqeya wan bi têqînê re nîne. Berdevkê Fermî yê YPGê Nûrî Mehmûd, tohmetên dewleta Tirk hemû red kirin û got, "Hinek derdor bêyî ku mijar were teqezkirin, bi awayekî lezgîn YPG ji vê bûyerê berpirsiyar girtin. Ev tohmet û tawanbarî dûrî rastiyê ye, tu têkiliyê me bi vê buyerê ve nîne."
Herçî Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî ye, wî jî got, “Tişta doh li Efrînê qewimî êrişeke terorîstî ya bê rûreşkirin e ku di encama wê de gelek mirovên bêguneh mirin. Ev kirina hanê ya sûc encama siyaseta xirakirinê ya dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê li bajarê aştî û zeytûnan e.”
Ji aliyê din ve, Meclîsa Sûriyeya Demokrtaîk (MSD’ê), Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî, ENKS’yê jî êriş şermezar kir û berpirsiyarî xist stûyê rewşa dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê afirandî.
Yanî aliyên Kurdistanî û yên Sûrî diyar e bi berfirehî li ser wê yekê li hev kirine ku bi her halî berpirsiyariya vê êrişa li Efrînê yan yekser yan jî ne yekser dewleta Tirk a dagirker, çeteyên wê û dagirkeriya wê ye.