Kordînasyona Giştî ya YPS´ê bîlançoya du rojan a şerê li rêveberiyên xweser ên li Şirnex û Nisêbînê doh eşkere kir. Li gorî vê, cenazeyên 40 çekdarên dewleta Tirk di destê wan de ne. Di daxuyaniyê de tê gotin, li Nisêbînê bombekirin jî û şer jî dewam dike û li ser herdu cihan van agahiyan dide:


ŞIRNEX: 15´ê Nîsanê li taxa Bahçelievler, li ser rêya sereke, di encama derbên yekîneyên YPS´ê de maşîneke zirîhpoş a tîpa Kobra welê lê hat ku hew karibe were bikaranîn û sê çeteyên qesrê jî hatin kuştin. Heman rojê li derdora navenda polêsan a kevin dema çeteyan hewl da bikevin malekê ji aliyê yekîneyên me ve hatin hedefgirtin, 6 çeteyên Qesrê hatin kuştin, yek jî birîndar bû.


Cenaze di destê me de ne

16’ê Nîsanê li derdora Walîtiyê wesayîteke zirxî ya Kobra ji aliyê yekîneyên me hatiye îmhakirin. Lê, têkildarî hejmareke zelal a mirî û birîndaran de ti agahî nehatin bidestxistin. Agahiyên ku bêne zelalkirin wê piştre bi raya giştî re bên parvekirin. Ev 2 roj in li Taxa Bahçelîevlerê şerê giran diqewime. 2 roj in li ser Taxên Gumuştepe û Yeniyê hêzên dewleta qetlîamker bi awayekî dijwar bombeyan dibarîne. Agahiyên bihurgilî wê piştre bêne parvekirin. Di çalakiya li Taxa Îsmetpaşayê ya 15’ê Nîsanê de ku bi raya giştî re hatibû parvekirin, di encama teqandina 3 avahiyan de herî kêm 40 çeteyên Qesrê hatin kuştin, gelek çete jî birîndar bûn. Cenaze di bin kontrola yekîneyên me yên YPS’ê de ne.”  


NISÊBÎN: 15’ê Nîsanê li Taxa Koçeran di encama çalakiyên yekîneyên me yên YPS-JIN’ê de tîmekî taybet hat kuştin. Dîsa piştî rojekê li heman cihî pêgerek hewayî ya Drone ji aliyê yekîneyên me ve hat xistin. Ev pêgera keşfê di dest yekîneyên me de ye. Li Taxa ku şer dewam dike, bomberdûmanên dijmin ên bi tank, obus, hewanan didomin.

Li aliyê din çapemeniya Tirk doh piştî nîvrojê nûçeyeke lezgîn belav kir û ragihand ku li Nisêbînê di çalakiyeke YPS´ê de polîsekî dewleta Tirk hatiye kuştin û 3 jî hatine birîndarkirin. Der barê bûyerê de YPS´ê hîna daxuyanî nedaye.


Du pakrewanên Şirnexê

Koordînasyona Giştî ya YPS’ê  di daxuyaniya nivîskî de nasnameyên 2 endamên YPS’ê yên li Şirnexê di navbera 10-15’ê Nîsanê de jiyana xwe ji dest dayî jî eşkere kir. Nasnameyên endamên YPS’ê yên jiyana xwe ji dest dayî weha hat eşkerekirin:

Hebûn Azad / Bedrettîn Işik / Cihê Jidayikbûnê: Nisêbîn / Li Silopiyayê gihişt şehadetê.

Tûfan Amed / Baran Kaval / Cihê Jidayikbûnê: Amed. 


 NAVENDA NÛÇEYAN