Doza dewleta Elman a li dijî dayika Kurd Zozan G.´yê bi encam bû. Dewlet ji ya xwe hat xwar û ji stendina 5 zarokên Zozanê geriya û doz bi şert betal kir. Lê dozê zirar kir li zarokên wê û ji bo ku ev zirar bê kêmkirin, zarok wê li saziyeke ji bo zarokan bên destekkirin.

Parlamenterê Partiya Çep Tobias Pflüger jî hewldana destdana mafê miqatebûna li zarokan weke skandaleke mezin bi nav kir û got, heger biryara dadgehê dest bide mafê miqatebûna li zarokan, ev ê bibe skandaleke mezintir û em ê nehêlin ev bibe.

Bêhna Zozan G.´yê ji ber biryara Dadgeha Malbatê ya li Oberhausenê doh dayî fireh bû. Beriya dozê jî girseyeke qelebalix ji bo ku destekê bide Zozanê li ber avahiya dadgehê ya li Oberhausenê civiyabû. Ji ber bêhnfirehbûn û kêfxweşiya Zozanê, ev girseya piştgir jî kêfxweş bû. Dadgehê biryar da ku dozê betal bike, bi şertê ku dêûbav daxuyaniyekê bidin û bibêjin, ew ê li zarokan miqate bin da ku beşdarî çalakiyên qedexe nebin, di çalakiyên legal de sûcan nekin. Dêûbav wekî din bi vê daxuyaniya nivîskî dibêjin, ew ê miqate bin li zarokan da ku ji bo çalakiyên siyasî dev ji mekteba xwe bernedin. Wekî din ji ber ku dozê bi xwe zirar gihand zarokên Zozanê, wê ev zarok li saziyeke ku bêyî razandinê li halê zarokan dinihêre, bên kontrolkirin. Zozan û parêzerê wê Tim Engels ji biryarê razî ne. Piştî eşkerekirina biryarê, Zozanê li devê dadgehê got, “Kes nikare min ji doza edalet û demokrasiyê dûr bike.”   

Dewleta Elman bi meqamên xwe yên parastina dewletê yên di nava îstîxbarat, polîs û dadgeriyê de hewl da ji ber çalakiyên siyasî yên keça wê L.´yê zextê li Zozan G.´yê bike û bi îdîaya xweşhaliya zarokan di tehlûkeyê de ye dozek li dadgeha malbatê ya Oberhausenê li dijî wê vekir ji bo ji dest wê 5 zarokên wê bistîne. Lê Meqamê Ciwanan ê Oberhausenê piştî lêkolîna xwe, bi dadgehê da zanîn ku xweşhaliya zarokan ne di tehlûkeyê de û malbat li zarokan baş miqate ye. Doh rûniştina dozê li Dadgeha Malbatê ya Oberhausenê bi rê ve çû û pê re jî çalakiya piştgiriya bi Zozanê re jî li ber dadgehê hebû û gelek kes jî beşdarî bûn.    

Berdevkê Partiya Çep a Oberhausenê, Jens Cartensen li vir peyivî û wî got, ew Zozanê nas dike û wiha dewam kir: “Ez dayikek din nas nakim ku ew qasî miqateya li zarokên xwe û xweşhaliya zarokên wê ji bo wê muhim e. Lê Meqamê Parastina Dewletê (yên Elman) wê gunehbar dikin bi angajmana li dijî niheqiyê û şer. Ez nizanim ka çi nirxên ji vê mezintir hene. Lê polîs û Meqamên Parastina Dewletê li şûna wezîfeya xwe bikin, heyata jineke çalakgera aştiyê lê dikin jehr.”

   

Skandaleke gelekî mezin e

Parlamenterê federal ê Partiya Çep û Cîgirê Serokê heman partiyê Tobias Pflüger jî li vir peyivî û got, siyaseta zextê ya dewletê li dijî Kurdan û ev doza li Oberhausenê weke skandaleke federal bi nav kir û wiha peyivî: “Niha bi rastî hewl didin ku mafê miqatebûna li zarokên xwe yên dayikekê jê bistînin. Hinceta wan jî ev e, ew siyasî çalak e. Ev skandalek e. Ez şa me ku em gelek li vir in da ku em bibêjin, ev navgîneke ku ti carî nabe li dijî mirovên çalak bê bikaranîn. Di nava polîs de beşek heye bi navê Parastina Dewletê û kar û emelê wê ew e ku Kurdên siyasî çalak taqîb bike û piştre radibe ji dayikekê re dibêje, tu baş li zarokên xwe miqate nabî. Ev siyaseta zextê li dijî çalkgerên Kurd e. Parastina Dewletê jî xwe dike maşika siyaseta tepisandinê ya Erdoganî. Ha ev skandaleke mezin e. Jixwe heger li vir Parastina Dewletê ya xwe bibe serî di warê jêstiandina mafê miqatebûna li zarokan ê Zozanê de yan jî vî mafê wê sînordar bike, hingê ev skandaleke mezintir e jî. Hingê wê li dijî çalakgerên çepgir û Kurdan vê weke sîleh bi kar bînin. Em li vir in da ku em bibêjin, divê ev ti carî nebe, neçe serî. Zozan beşdarî çalakiyên li dijî şer bûye, ez jî bi dil û ji dil beşdarî çalakiyên li dijî şerê dagirkeriyê yê dewleta Tirk im. Ev tiştekî baş e û ne tiştek e ku mirov pê bê gunehbarkirin.”  Wî didawiyê de hêvî kir ku biryara dadgehê destê xwe nede mafê miqatebûna li zarokan.

Em te û zarokên te bi tenê nahêlin

Piştre jina bi navê Leyla peyivî û piştgiriya Zozanê kir. Wê got, ez dayikek û dapîrek im û wiha dewam kir: “Mafên zarokan di destûra Elmanyayê de nehatine bicihkirin, û xala 8´ê ya Qanûna Civakî bi vê mijarê dadikeve. Ha ev xal niha li dijî dayikeke 5 zarokan tê bikaranîn…

Zozan ji bo mafên mirovan û xasma mafên jinan angaje dibe. Ew pişta tevgera jinan a li Rojava digire. Ew tepeserkirina jinan bi destê DAIŞ´ê protesto dike… Em hewldanên Meqamê Parastina Dewletê yên ji bo Zozanê standina 5 zarokên wê red dikin. Em hewldanên wan a jidestgirtina nasnameya wê red dikin… Zozan em ê te û zarokên te bi tenê nehêlin.”

Ev krîmînalîzekirina Kurdan e

Paşê Cîgirê Berdevkê Partiya Çep li eyaleta NRW´yê Jules El-Khatib got, “Tevgera Kurd ev bi salan e li Elmanyayê tê krîmînalîzekirin. Mafên Kurdan tên xesbkirin. Lê belê, ji dest dayikekê zarokên wê mirov bigire, ev ne hema karekî besît ê zilmê ye. Li welatekî ku malbat weke tişta herî muhim di qanûnê de tê bicihkirin, tiştekî xirabtir wê nebe ku mirov hewl bide ji kesekê zarokên wê bistîne. Bi ser de jî hinceta wan, ew e ku ev kes ji bo aştî û demokrasiyê têkoşiyaye. Divê em bi awayekî zelaltir xwedî li dozê derkevin û bibêjin wisa nabe. Lewma heger îro ev biçe serî wê paşê li her deverî jî biçe serî. Em divê wekî din jî bibêjin, li şûna zext wê li tevgera Kurd bên kirin, bila bi zextan bersivê bidin siyaseta dewleta Tirk, divê siyaseta firotina sîlehan û destekkirina sîstemeke zextê ya siyasetê êdî biterikîne. Divê Elmanya zelal bibêje, em ê nehêlin li vir Kurd bên tepisandin û her wiha nehêlin ku çalakgerên siyasî yên li Tirkiyeyê jî.”

Em pişta Zozanê digirin Em doza azadiya Ocalan dikin

Katrin Papke ji rêxistina Jugendverband Rebell jî li vir behsa wê yekê kir ku helbet ew ê li ber rabin ku dewlet zextê wiha lidayikekê bike, lê ew ê her wiha li ber bi rastê û nedemokratîkbûnê ve çûna wî jî her rabin. Piştre wê got, “Em pişta Zozanê digirin û em ê bigirin. Em pişta tevgera Kurd jî digirin û em ê bigirin. Em dixwazin ev doz tavilê bê rawestandin. Em her wiha doza azadiya Abdullah Ocalan jî dikin.”

Zozan xwe serketî dibîne

Gava ku Zozan G. û parêzerê wê derketin derve, eşkere bû ku dadgehê bi biryara xwe dest nedaye mafê miqatebûna li zarokan, lê xwestiye ku dêûbav nivîskî bidin xuyakirin ku ew li zarokên xwe miqate bin da ku neçin çalakiyên qedexe, li çalakiyên qanûnî sûc nekin û dewama xwe ya mektebê nesekinînin. Wekî din wê zarok biçin Kinderschutz Ambulant (Ambulanta parastina Zarokan) a li Hagenê da ku mirov binihêre ka zirar nexasim jî ji ber vê dozê li zarokan bûye yan na. Piştî bi şeş mehan dadgeh wê kontrol bike ka li gorî vê lihevkirinê alî tevgeriyane yan na. Zozan G. Jî kêfa xwe bi çalakgeran jî da his kirin û got, kes nikare min ji têkoşîna ji bo edalet û demokrasiyê dûr bike.”

 

OBERHAUSEN