Li gorî daxuyaniya ji aliyê Walîtiya Tirk a li Bedlîsê ve hatî dayîn, ji ber lêpirsîna ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Bedlîsê, Hevşaredar Huseyîn Olan bi îdîaya “endametiya rêxistinê” ji aliyê Dadgeriya Sûlhê ve hatiye girtin û li şûna wî Walî Ahmet Çinar hatiye erkdarkirin.

Polîsan 24’ê Mijdarê bi ser avahiya Şaredariya Bedlisê û mala hevşaredaran de girtibû û Hevşaredarên Bedlîsê bin çav kiribûn. Hevşaredarên Bedlisê Huseyin Olan û Nevin Daşdemir Dagkiran piştî sewqî dadgehê hatibûn kirin, hatibûn girtin. Dadgehê bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê” ew girtibûn û şandibûn girtîgehê. 


 BEDLÎS