Ji bo Kurdan û Kurdistaniyan sersal Newroz e. Îro jî sersala miladî ye. Ji aliyê pirraniya cîhanê ve tê pîrozkirin. Ez ê bi sedemên vê danekevim. Ji ber ku ev bi serê xwe babeteke nû ye. Lê ez îro dixwazim rastiyên beloq û hinek nabînin, hewl bidim bi awayekî din nîşan bidim. Bila ev jî bibe diyariya sala nû. Ji bo vê jî em ê piçekî qala dîroka nêz a Kurdan bikin û silav bidin roja me ya îro.
Di sala 1919´an de Împaratoriya Osmanî li ber belavbûnê bû, hema bêje êdî diherifî. Di demeke welê de Kamiran Elî Bedirxan û birayê xwe yê mezin Celadet tevî bînbaşiyekî Ingilîz bi navê Noel ji bo bingehê dewleteke Kurdî ava bikin diçin Semsûrê ango Rojavayê Firatê. Li wir Hecî Bedir Beg heye. Jê artêşeke 300 suwarî dixwazin. Lê Bedir Beg wan gîro dike û di wê navê de xeberê dide Mistefa Kemal ê Tirk. Jixwe, di dema vê hewldanê de alîkariyê ji gelek şexsiyetên Kurd dixwazin û ew jî ji wan re ne bi temamî dibêjin na, ne jî dibêjin erê. Heta hinek ji wan dibêjin, birayên me yên Tirk di rojên teng de ne, nabe ku em ji par re wan xencer bikin. Ev kesayetên em qala wan dikin, pirranî li Stenbolê diman û bi çanda li wir aşîna bûn. Ya seyr jî ew e, beşek ji van şexsiyetan piştî pênc salan di Berxwedana Kurdan a bi navê Serhildana Şêx Seîd de hatin bidarvekirin.
Axirr Mistefa Kemal malavahiya Bedir Beg dike û dibêje, wê vê qenciya wî ji bîr neke û pişt re ew ê wî xelat bike. Jixwe, paşê jî Bedir Beg jî di navê de gelek serekên Kurdan ên beşdarî xebata damezrandina Kurdistanê nebûn û bi awayekî ji awayan li cem Mistefa Kemal cih girtin, hatin sirgûnkirin û beşek ji wan jî hat darvekirin.
Herçiqasî mîsyona Kurd-Ingilîzan piştî ku bi qasî hefteyekê ma û paşê li bêbextiyê hayil bû û derbasî aliyê din ê Firatê bû jî êdî dereng bû; Mistefa Kemal ji herêmê derketibû; gef li giregirên Kurdan xwaribûn û firsend xistibû destê xwe. Celadet û Kamiran xwestibûn dor li tevgera Mistefa Kemal bigirin, wî bişkînin û paşê jî bi şêwrê tevahî serekên Kurdan li hev bicivînin û bingehê dewleteke serbixwe ya Kurdan deynin. Lê mixabin, Kamiran û Celadet bi xwe jî di navê de, pirraniya giregirên Kurdan bi Osmaniyan re mezin bûbûn. Li sazî û dezgehên wan xwendibûn, û heta hinek ji wan di nava artêşa wê de hînî eskeriyê bûbûn. Di warê dînî de ji ummetê bawer dikirin û pê pabend bûn. Ji ber vê jî mirov bibêje, ji rastiya gelê xwe û Kurdan dûr bûn, wê gotineke ne li derveyî hedê xwe be. Jixwe, Kamiran paşê li xwe mikur tê. Bawer dikir ku ew mîrên Kurdan in, û kengî ew soza girêdanê bigirin, her tişt wê rastûdirust bimeşe. Binêrin, piştî biserneketinê Kamiran gelek caran çi gotiye, “Pêşengên Tirkan bêhtir şernas bûn û bêhtir xwedî ezmûn bûn. Rêûresm û zêhniyeta Kurdan baştir nas dikirin; baştir manewra kirin û bi ser ketin.” Lê ya rastî Kurd di dîrokê de bi cengawerî û rêzaniya xwe têne naskirin. Li vir mikurhatin li nefsa xwe bi xwe ye. Min ev kurt agahî ji pirtûka bi navê Kamiran Alî Bedirxan a Enstîtuya Kurd a Parîsê amade kirî wergirt (rûpel 119). Îca ez yeqîn û hêvî dikim ku mijara ez dixwazim îşaret pê bikim, ji we re jî eyan bû.
Îca ev mijar hewceyî guftûgoyeke berfireh e. Lê ez neçar im kurt bibirim û çend dersên min jê girtî, destnîşan bikim. Beriya her tiştî divê Kurd canê xwe ji nava lepê dijminê xwe rizgar bike. Mebesta min jê, mejî ye. Kesayeta, xwe azad û serbixwe neke, nikare doza azadî û serxwebûnê bike. Ji bo vê jî divê weke herêm bibe yê xwe ango yê herêma xwe û di warê mejiyê azad de bibe gerdûnî. Beriya her tiştî zanibe bibe yê xwe û paşê karibe li meclîsa cîhanê jî cih bigire. Ya rastî, Kamiranê rehmetî pirr bi dilnizmî li rastiyê mikur hatiye. Bala xwe bidinê, îro jî gelek kes doza Kurdistanê dikin, lê di himbêza dijminê xwe de rûniştine; ji gelê xwe û rastiya wî dûr in; ji çand û mejiyê wî qut nabin; pê re xemgîn û kêfxweş dibin; mîna Bedir Beg ji wan re şelafiyê dikin; ji alifê Kurdan dixwin û li ser sergoyê wan dizirrin. Kurdîtî nasnameyeke çandî ye, reh û rîşê wê yê dîrokî hene. Bi rêzik û pîvanên hemdem, kesên xwe bi vê çandê gurçûpêç bikin, dikarin qala azadî û serxwebûnê bikin. Bi vê kurteqisetê, bi vê bîr û baweriyê, sersala we ya miladî pîroz be. Bi Newrozê roj li mejî, beden û erda we hilê.