
Li Akademiya Hêzên Erka Xweparastinê ya Şehîd Nîdal Yûsif, dewreya 30. a 170 şervanan bi dawî bû.
Di dewreyê de ku 45 rojan dewam kir, dersên bîrdozî û eskerî, her wiha rêbazên xweparastinê hatin dayîn. Dewreya perwerdeyê bi merasîmekê bi dawî bû.
Merasîmê bi rêûresmeke eskerî ya şervanên Hêzên Erka Xweparastinê dest pê kir. Paşê ji fermandarên Hêzên Erka Xweparastinê Demhat Dêrik axivî û bidawîbûna perwerdeyê li endaman pîroz kir û got, “Tevlîbûna ciwanan a dewreyê, nîşaneya şopandina xeta şehîdan diyar dike.”
Demhat Dêrik di dewama axaftina xwe de got, “Ji me tê xwestin, wekî endamên hêzên Erka Xweparastinê ku em jî li kêleka Hêzên Sûriyeye Demokratîk bin û herêmên xwe ji terorê biparêzin. Em di wê baweriyê de ne ku şervanên me wê bersiva êrîşan bidin û herêmê bipararêzin.”
Şervanan jî sûnda pêkanîna erka xwe xwar û li yekîneyên xwe hatin belavkirin.
Merasîm bi gerandina govendê li gel stranên şoreşgerî bi dawî bû.
ANHA / HESEKÊ