Bi armanca bilindkirin û bipêşxistina asta xwendekarên bajarê Kobanê û gundewarên wê, Rêveberiya Dibistanan a girêdayî KPC-Demokratîk dewreyeke perwerdeyê da destpêkirin.

Rêveberiya Dibistanan a girêdayî Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk (KPC-Demokratîk) bi armanca bilindkirina asta xwendekaran dewreyeke perwerdeyê da destpêkirin. Di perwerdeyê de dersên Ingilîzî, Erebî, Kurdî û bîrkarî (matematîk) tên dayîn. Heke şagirtên dewreyê bixwazin, ew ê dersên fizîk û kîmyayê jî wergirin.

Şagirtên ku di dewreya perwerdeyê de tên qebûlkirin ên qismê amedehiyê û navîn in. Heta niha nêzî 300 şagirt beşdarî perwerdeyê bûne. Deriyê qebûlkirina şagirtan jî her tim vekirî ye.

Perwerde li Dibistana Şehîd Azad Kobanê ya li bajarê Kobanê hatiye vekirin. Perwerde saet 16:00’an dest pê dike û heta 18:00’an didome.

Ji bo ciwan ji xwendinê dûr nekevin

Heta roja destpêkirina dersan li dibistanan, perwerde wê li xelkê vekirî be. Heger cih hebe, dîsa perwerdeyên bi vî rengî wê piştî destpêkirina dibistanan jî dewam bikin.

Têkildarî mijarê  endamê Rêveberiya Dibistanan Aras Ebdullrehman got, ʺArmanca me ji vekirina perwerdeyê ew e ku şagirtên asta wan ne zêde ye, asta wan bê bilindkirin û ji xwendinê dûr nekevin.ʺ

Her wiha kesên bixwazin fêr bibin û ne xwendekarên dibistanan bin jî, dikarin li gorî xwesteka xwe cihê xwe di perwerdeyê de bigirin.

ANHA/KOBANÊ