Li Akademiya Bîrdozî û Eskerî ya Şehîd Dilgeş a Şengalê bi tevlîbûna 45 kesan Dewreya Şehîd Zagros hat destpêkirin. Di merasîma bi rasthatina destpêkirina dewreyê de fermandarên YBŞ û YJŞ’ê jî amade bûn.

Ji fermandarên YBŞ’ê Tîrêj Şengalî têkildarî girîngî û wateya perwerdeyê axivî û got, di dîroka Ezdatiyê de, cara yekem e hêzeke parastina Ezîdxan di akademiyan de xwe perwerde dike. Şengalî, da zanîn ku berî fermanê heger hêzeke wek YBŞ û YJŞ hebûya, wê pêşiya fermanê bihata girtin û wiha dewam kir: “Miroveke/î ku bi fikir û felsefeya Rêber Apo, bi fikir û felsefeya Êzdatiyê bawer be, dikare vî gelî biparêze.” Şengalî, li ser parastina Êzîdxanê jî got: “Divê heval di perwerdeyê de, xwe bi pêş bixin da ku karibin hemû nirxê mirovahiyê û Êzdatiyê biparêzin. Ji bo xwe ji milîtaniya demê re amade bikin, ji bo bibin şervanên pispor, parezvanên civaka xwe, ev perwerde ji bo civaka Êzîdî gelekî bi wate û girîng e. Tenê keç û jinên Êzîdî dikarin Ezîdxanê biparêzin.” 


ŞENGAL