
Dewre bi merasîmekê hat bidawîkirin. Endamê Fermandariya YPG/YPJ’ê Kanî Kobanê, Endamê Fermandariya Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê Simko Dêrîk û berdevka odeyê Cîhan Şêx Ehmed amade bûn.
Şervanan merasîmeke eskerî organîze kir. Di merasîmê de Berdevka Xezeba Firatê Cîhan Şêx Ehmed axivî û dawîkirina dewreyê li hemû şervanên amade û gelê Reqayê pîroz kir. Cîhan Şêx Ehmed ji bo dayîna çek cebilxaneyê û perwredekirina şervanan, malavahiya Koalîsyona Navneteweyî kir.
Paşê Endamê Fermandariya Xezeba Firatê, Simko Dêrîk axivî û diyar kir ku şervanên îro hatin perwerdekirin dê tevlî hemleya rizgarkirina Reqayê bibin”.
Di dawiya merasîmê de 200 şervanên ku tevlî dewreyê bûbûn, sonda eskerî ya parastina xak û welatiyan xwar.
KOBANÊ