Akademiya Mezopotamyayê ya Maf û Dada Civakî ya Qamişloyê beriya 4 mehan dewreyeke perwerdeyê bi navê Têkoşera MLKP’ê Îvana Hoffman (Avaşîn Têkoşîn Guneş) dabû destpêkirin. Dewre bi 32 endamên ji pêkhateyên kurd û erebên herêmên Kobanê, Cizîrê û Efrîn destpêkiribû.
Di dewreyê de waneyên li ser dîroka Kurdistanê, dîroka gelê Kurd, neteweya demokratîk, dada civakî, sîstema heqîqetê, civaka xwezayî, dîroka jinan, her wiha waneyên li ser dozgerî û dadgehan hatin dayîn. Di merasîmê bi dawîkirina 4’emîn dewreya perwerdeyê de nûnerên Desteyên Edalet, Kar û Barên Şehîdan, nûnerên TEV-DEM’ê, Yekitiya Star, Meclisa Dadweriyê ya Kantona Cizîrê, Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) û bi dehan kes amade bûn.
Merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştre Rêvebera Dîwana Edaletê ya Kantona Cizîrê Jiyan Edalet, Serokê Desteya Edaletê Xalid Ibrahîm, Endama rêveber a Desteya Kar û Barên Şehîdan Bêrîvan Îbrahîm, Rêvebera Yekitiya Starê di axaftinên xwe de bal hat kişandin li ser girîngiya perwerdeyê di pêşxistina civakê de, her wiha hat gotin ku divê ciwan di nava sazî û rêxistinan de di warê fikrî çandî werin perwerde kirin. Ji bo ku ku karibin li hemberî sîstema kapîtalîzmê bisekinin.
Piştî axaftin bi dawî bûn 32 endamên ku beşdarî perwerdeyê bibûn xelat hat dayin. Merasîm bi stranên Koma Botan a girîdayî navenda Çand û Huner a Mihemd Şêxo bi dawî bû. Endamên ku tevli perwerdeyê bibin ew ê di komîte û meclisên lihevanînê û dadegên gel di nava 6 mehan werin perwerde kirin.
ANHA/QAMIŞLO