Pêr li qezaya Silêmaniyê Qeladizê ji aliyê çalakvanên jin ên ji Rojhilatê Kurdistanê ve dezgeha pêşkêşkirina pirtûkên Abdullah Ocalan hat vekirin. Der barê armanca vekirina dezgehê de ji komîteya amadekar a dezgehê Mizgîn Seqiz got; “Me bi armanca şermezarkirina komploya 15’ê Sibatê karek wiha daye destpê kirin.”

Mizgîn Seqiz di dewama axaftina xwe de wiha jî peyîvî; “Armanca vekirina pêşkêşkirina pirtûkên Birêz Apo ew e ku 17’emîn salvegera komploya li hemberî Rêberê Gelê Kurd şermezar bikin û bidin diyarkirin ku komplo negihaye armanca xwe. Em dixwazin ramanên Rêber Apo hîn zêdetir li Başûrê Kurdistanê bidin belavkirin. Em weke çalakvanên jin ên Rojhilatê Kurdistanê li Başûrê Kurdistanê dixwazin hîn zêdetir ramanên Rêber Apo bi jinan bidin naskirin.”

Mizgîn Seqiz di dawiya axaftina xwe de jî got; “Dezgeha me ji aliyê gel ve rastî eleqeyeke mezin tê. Em dixwazin vê eleqeyê hîn zêdetir bikin. Di serî de jin, pêwîst e hemû pêkhateyên civaka Kurd ramanên Rêber Apo nas bikin. Her wiha ji bo azadkirina Rêber Apo em hîn zêdetir bikevin nav hewldanan û serokê xwe azad bikin.”



MIHEMED HESEN/ROJNEWS/QELADIZ