Kovareke nû ya para bêhtir bi kurdî ya bi navê Gerdûn derkete pêşberî xwendevanên kurdî. Gerdûn bi hejmara xwe ya yekem dixwaze xwe bide ber barên giran ên dîskursa zanistî û têkiliya wê bi gel re.Tora akademisyenên kurd KURD-AKAD´ê ev kovar ji bo ku bibe platformeke ku pê akademisyenên kurd û yên li ser kurdan kar û xebatê dikin bigihijîne tebeqeyên elaqedar.


Alternatîfa yekdestdariya zanistî

Koordînasyona kovarê yekdestdariya li ser hilberandina zanistî weke pirsgirêkekê dinirxîne û di Gerdûnê de alternatîfekê jî dixwaze bi pêş bixe. Ango Gerdûn ne bi tenê gerdûneke nû ya dîskursa zanistî ye ew herweha dixwaze zincîrên yekdestdariya kovarên zanistî jî bişkîne. Kovarên zanistî ku hilberandina lêkolînên zanîngehan û dezgehên lêkolînên zanistî dimijin, bi ser de jî van kovaran ji nû ve difiroşin kes û saziyan van berheman diafirînin: mêtingeriyeke xelekwarî ya li ser berhemdariya zanistî. Koordînasyona kovarê dixwaze di qetandina vê zincîra yekdestdariyê û şikandina vê  xeleka mêtingeriyê de jî xwedî pareke mitewazî be.
Gerdûn serê şeş mehan carekê wê hejmarekê biweşîne. Her hejmar wê bi giranî cih bide mijareke sereke. Mijara sereke ya hejmara yekem “zimanê kurdî” ye. Ji bilî mijara sereke di kovarê de wê hevpeyvînên elaqedarî zanistê û lêkolînên civakî yên elaqedarî mijarên aktuel jî cih bigirin. Di hejmara yekem de mijarên zimanê nûçeyan, ergatîvîtî, bandora wêjeye li ser zimên, dîroka nivîsandina bi kirdkî, pirsgirûka curezarên kurdî û standartkirinê, wêjeya devkî û perspektîfên ji bo zimên ji qlemên nivîskarên weke Rêşad Sorgul, Bahoz Baran, Seyidxan Kurij, Selman Dilovan, Fergîn Melik Aykoç, Hesen Qazî cihê xwe digirin.
Koordînasyona kovarê ji aliyê Ahmet Kara, Cuneyt Altunok, Şenol Arikan û Luqman Turgut ve tê misogerkirin. Bi rêya journal@kurd-akad.com yan jî Kurd-Akad, Postfach (qutiya postê) 102801, 44028 Dortmumd têkilî dikare bi koordînasyna kovarê re were danîn û ji heman navnîşanan mirov dikare kovarê jî bixwaze. Ji bo agahiyên giştî li ser KURD-AKAD´ê jî malpera tora akademisyenên kurd jî her berdest e: http://www.kurd-akad.com

NAVENDA NÛÇEYAN