Di çarçoveya van êrîşan de, dewleta Tirk ku gelek caran qada hewayî ya Îranê jî bikartanî, baregehên hêzên Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê jî kiribûn hedefa êrîşên xwe.

Di 1'ê Gulana sala 2008'an de hejmareke zêde ya balefirên şer yên artêşa Tirk, li dijî Navenda Ragihandin û Çapemeniya PJAK êrîş pêk anîn. Êrîş li gorî demjimêran herêmî di 11’a heya 2’ê êvarî domkir, her wiha qada hewayî ya Îranê hatibû karanîn.
Di encamê de, 6 endamên çapemeniya PJAK'ê jiyana xwe ji dest dan û gundên Rizgê, Şinaw, Merado û Zergelê jî bûbûn hedefa balafirên Tirk.
Endamên çapemeniya PJAK yên di êrîşê de jiyana xwe ji dest dan evin:
* Diyako Bextiyarî bi nasnav Hêriş Amed, sala 1981’ê li Mehabadê ji dayîk bû.
* Kardo Alyalî bi nasnav Argeş Bawer, sala 1984’ê li Pîranşar ji dayîk bû.
* Behcet Tekînalp, bi nasnav Firat Çelê, sala 1980’ê li navçeya Colemêrgê Çelê ji dayîk bû.
* Cemal Resûlî, bi nasnav Amanc Merîwan, sala 1975’ê li Merîwanê ji dayik bû.
* Mehmed Guren, bi nasnav Wedat Amed, sala 1971’ê li navçeya Amedê Farqînê ji dayîk bû.
* Rehîm Borna, bi nasnav Raman Cawîd, sala 1979’a li Mehabadê ji dayîk bû.  

QENDÎL