1’ê Gulana li Enqerê, li pêşiya Garê bi bibîranîna kesên ku di Qetilkirina 10’ê Kewçêrê jiyana xwe ji dest dabûn, hate destpêkirin. Piştî bibîranînê girseyên gel ên demokratîk ji Dîkîmeviyê heta Qada Kolejê bi slogana “Na neqediya ye” meşiyan.
Bi banga DÎSK, KESK, TMMOB û TTB’ê partiyên siyasî, rêxistinên ciwan û jinan, rêxistinên bawerî û nasnameyê û gelek sazî, dezgeh û komele beşdarî çalakiya 1’ê Gulanê ya Qada Kolejê ya Enqereyê bûn.
Li Stenbolê li Bakirkoyê jî deh hezaran kedkaran berê xwe da qada mîtingê. Piştî Koroya Dîskê, rêxistinên girseyan, serokên sendîka û partiyên siyasî girse silav kirin. Li gel Koroyê Sirûda Enternasyonal hat xwendin.
Serokê Giştî yê DÎSK’ê Kanî Beko bi bibîranîna şehîdên 1’ê Gulanê yên 1977, 1989, 1996’an dest bi axaftinê kir. Xwest ku kesên li Taksîmê hatine binçavkirin jî serbest werin berdan. Beko diyar kir ku, dema ji referandûmê “Erê” derkeve wê êrîşî tazmînata kidemê bikin lê em ê destûrê nedin vê yekê.
Yek ji cihên ku lê pîrozbahî hebû bajarê Amedê bû. Hezaran karkerên li qada 5’ê hezîranê ku wekî qada îstasyonê tê zanîn hat pîroz kirin. Hezaran karkerên tevlî pîrozbahiyê bûn bi dûrişmeyan xwestin zilm û zextên li ser karkeran tê meşandin bidawî bibe.
NAVENDA NÛÇEYAN