Rêxistina Mafê Mirovan a Kantona Efrînê sûcên dagirkeran belge kir û ji raya giştî re aşkere kir. Rêxistin di belgeyên xwe de xwe dispêre çavkaniyên pêbawer û şahidan. Li gorî belgeya rêxistinê ji destpêka dagirkirina kantona Efrînê ve zêdetirî 5 hezar kes hatine revandin û aqûbeta du hezar kesî jî ne diyar e. Hêzên dagirker ji bo serbestberdana kesên revandine daxwaza fidyeyê ji malbatan dikin.

Rojane sivîl tên revandin

Li gorî Rêxistina Mafê Mirovan a Kantona Efrînê di nava 20 rojên meha Tîrmehê de zêdeyî 300 sivîl hatine revandin. Rêxistinê navên kesên hatine revandin û dîroka revandinê belge kir. Li gorî vê; Di 10‘ê Tîrmehê de çeteyan jina bi navê Nîroz Mehmûd a 22 salî, Roşîn Menla Osman û Mizgîn Mehmûd ji gundê Kurzêlê yê navçeya Şêrawayê revandin. 15‘ê Tîrmehê çeteyên dewleta Tirk ji gundê Îsayê, şêniyên bi navên Mihemed Cemal Xelo, Umer Nazo, Emar Mihemed Nazo revandin û ew birin cihekî ne diyar û heta niha aqûbeta wan nehatiye zanîn. 17‘ê Tîrmehê  artêşa Tirk a dagirker û çeteyê wê ji şêniyên gundê Dîkmadaş a navçeya Şerayê sivîlên bi navên Ciwan Welîd Horo, Henîf Fehmî Arif û Mustefa Îbrahîm Xelîl revandin. Di heman dîrokê de jina ciwan Suzan Hikmet a ji gundê Cilbirê yê navçeya Şêrawayê hate revandin. Di roja 17‘ê Tîrmehê de çeteyên El-Cebha El-Şamiya yên girêdayî dagirkeriya Tirk meleyê mizgefta gundê Mustefa Xelîl ê 50 salî û kurê wî Mihemed Xelîl ê 24 salî revandin. Her wiha şêniyê bi navê Ehmed Beşîr El-Xelîl ê ji heman gundî hat revandin. Roja 18‘ê Tîrmehê çeteyên Feyleq El-Şam ên ser bi dagirkeriya Tirk 3 welatî ji gundê Şadêra yê navçeya Şêrawayê revandin. Heman rojê leşkerên artêşa Tirk û çeteyên wê şêniyên bi navên Yûsif Henîf, Luqman Fehmî, Henîf Fehemî, Elî Cuma, Ebdulhemîd Hemza, Riyad Elî Cuma, Ehmed Afir ên ji gundê Dîkmadaş ê navçeya Şerayê revandin. 19‘ê Tîrmehê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên Koma El-Cebha El-Şamiya li gundê Karxa yê navçeya Mabatayê girtin ser malên sivîlan û 11 kes revandin. Ji kesên hatin revandin, Rîfaî Îso, Îso Necîb, Mustefa Henan Qamsim hatin naskirin. Li gorî çavkaniyan kesên hatin revandin, birin girtîgeheke li navçeyê ku di kontrola çeteyên El-Emşat de ye. Piştre ew birin girtîgeha Merata ya bajarê Efrînê.

Bax û baxçe şewitandin

Rêxistina Mafê Mirovan a Efrînê şewitandina bax û baxçeyê sivîlan jî belge kir. Li gorî belgeyê artêşa Tirk a dagirker di 5‘ê Tîrmehê de 200 dar li derdora Efrînê û di 17‘ê Tîrmehê de jî li navçeya Şêrawayê zêdetirî 300 zeviyên genim û ceh dan ber agir. 15‘ê Tîrmehê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê girê navçeya Cindirêsê vekolandin û parçeyên dîrokî dizîn. Her wiha li ser gir baregeheke leşkerî ava kirin.

Di roja 16‘ê Tîrmehê de jî girê gundê Sendîkanê yê navçeya Cindirêsê vekolandin, şûnwarên di gir de talan kirin û şandin Tirkiyê. Di heman rojê de artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li gundê Derwêş ê navçeya Racoyê bargeheke leşkerî ava kirin.

Dewleta Tirk ceza bikin

Berdevkê Rêxistina Mafê Mirovan ê Kantona Efrînê Îbrahîm Şêxo li ser mijarê peyivî û got: ”Kesên hatine revandin li ser wan her cure êşkenceya fîzîkî û dirûnî tê kirin û ji bo berdana wan jî fidiye li wan tê ferzkirin. Şêxo bang li aliyê peywendîdar kir ku zêdegaviyên dewleta Tirk û çeteyên wê rawestinin û dagirkeriya dewleta Tirk di dadgeha cînayetan de ceza bikin.

CAFER  CAFO / ANHA/ŞEHBA