EKREM BEREKAT/ANHA


QSD’ê di çarçoveya hemleya “Bagera Cizîrê” de pêşveçûneke ber biçav pêk anî û karibû di 48 saetan de bigihîje ber deriyên bajarê Dêrazorê û herêmeke berfireh li rojhilatê çemê Feratê rizgar kir û riya alîkariya bi DAIŞ’ê re jî birrî.

Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) li rex hemleya xwe ya rizgarkirina bajarê Reqqayê, ji bo deverên girêdayî Herêma Cizîrê û rojhilatê çemê Feratê “gundewarê rojhilatê Dêra Zorê” ji destên çeteyên DAIŞ’ê rizgar bike, beriya bi çend rojan hemleya xwe ya eskerî di bin navê “Bagera Cizîrê” de dest pê kir. Hemle ku di roja xwe ya pêncemîn de ye bi awayekî ber bi çav ber bi bajarê Dêra Zorê ve herikî û herêmeke berfireh ji çeteyên  DAIŞ’ê rizgar kir.

Hemle ji du aliyan ve hate destpêkirin, a yekemîn Ebû Fas – Dêra Zor bû û li vir şervanên hemleyê karibûn 67 km ber bi bajarê Dêra Zorê ve rizgar bikin. A duyemîn jî Ebû Xeşeb – Dêra Zor bû û li vir jî şervanên QSD’ê pêşveçûneke ber biçav pêk anîn û devereke bi dirêjahiya 47 km ber bi Dêra Zorê ve rizgar kirin.


Gelek cih ji DAIŞ’ê rizgar kirin

Ji destpêka hemleyê ve şervanan gelek gund û deverên weke “El-Hicêfat, Humir El-Tewîl, El-Erbîdî, gundê El-Malîha, Reqeb El-Hikûmê û devera pîşeyî ya bajarê Dêra Zorê” bi giştî rizgar kirin. Her wiha rêya di navbera bajarê Dêra Zorê û Hesekê de hate birrîn ku çeteyan hewl didan êrîşên xwe ji Dêrazorê bi ser Hesekê ve pêk bînin.


Xwekuj zêde bûne

Di vê pêşveçûna bi lez a hemleya “Bagera Cizîrê” de diyar dibe ku tevî hemû dijwariya şer jî şervanên QSD’ê li hemberî çeteyên DAIŞ’ê gelekî ber biçav bi pêş ve çûn.

Fermandarê Meclîsa Eskerî ya Dêra Zorê, Ehmed Ebû Xewla diyar kir ku çeteyên DAIŞ’ê hewl didin bipêşveçûna şervanan a ber bi bajêr ve bi gelek rêbazan rawestînin û got, çete siwareyên bombebarkirî û êrîşên xwekujî bi awayekî zêde bi kar tînin.


Welatî li benda rizgariyê ne

Ebû Xewla destnîşan kir ku helwêsta welatiyên bajêr gelekî bi coş e û wiha peyivî: “Welatî û xizmên me yên li bajarê Dêra Zorê bi dilgermî li benda rizgarkirina wan ji destên tarîtî û terora çeteyên DAIŞ’ê ne.”

Fermandarê Meclîsa Eskerî ya Dêra Zorê, Ehmed Ebû Xewla di dawiya axaftina xwe de eşkere kir ku bi destpêkirina hemleyê re bi dehan ciwanên bajarê Dêrazorê beşdarî nava Meclîsa Eskerî ya Dêra Zorê bûne.