Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê meha Adarê bi girtina rojnamevanan dest pê kir. Di 9 rojên Adarê yên ewil de 9 rojnamevan hatin girtin.

Roj bi roj rojnamegerên hatin girtin wiha ne:

01 Adarê: Gerînendeyê Giştî yê Yakın Dogu Haber Alptekin Dursunoglu dema li Stenbolê nûçe dişopand hat binçavkirin û girtin.

02 Adarê: Nûçegîhanê Ajansa Mezopotamya Îdrîs Sayilgan dema li sînorê Edîrne û Yewnanistanê penaberên li ser sînor dişopand hat binçavkirin û girtin, Sayilgan li ser îtîrazê 2 roj şûnde hat berdan.

05 Adarê: Midurê Nûçeyan ê Odatv Bariş Terkoglu û nûçegîhan Hulya Kilinç ên 4’ê Adarê hatibûn binçavkirin bi hinceta muxalefeta MİT’ê kirine hatin girtin.

06 Adarê: Nûçegîhanê Rudawê Rawin Sterk Yildiz ku dema li Edîrneyê nûçeyên penaberan dişopand hat binçavkirin, hat girtin.

06 Adarê: Gerînendeye weşanê yê Odatv Odatv Barış Pehlivan hat girtin.

08 Adarê:  Rojnameger û Gerînendeyê Gişti yê Rojnameya Yenî Yaşamê Mehmet Ferhat Çelik û Midûrê Karên Nivîsan Aydin Keser ku îfade dabûn û hatibûn berdan, li ser îtîraza dozger dîsa hatin binçavkirin û hatin girtin.

08 Adarê:  Nivîskarê Rojnameya Yenîçagê Murat Agirel ku serbest hatibû berdan, li ser îtîraza dozger dîsa hat binçavkirin û girtin.

 

 NAVENDA NÛÇEYAN